Êrişa sîber a li Lubnanê û serdana Qanî ji bo Bexdayê rojevên rojnameyên erebî ne

Rojnameyên erebî di weşanên xwe de behsa êrişa sîber a li Lubnanê û serdana fermandarê "Feyleqê El Quds" a Îranê Îsmaîl Qanî ji bo Bexdayê kir.

Êrişa sîber a li Lubnanê û serdana Qanî ji bo Bexdayê rojevên rojnameyên erebî ne
18 îlon, 2024   10:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb nûçeyek bi sernavê "Êrişa li amûrên banglêkirinê qonaxa firehkirina şer a yekemîn a li Lubnanê ye" weşand.

Rojnameyê diyar kir ku teqînên di amûrên banglêkirinê yên endamên Hizbullahê de çêbûne, nîşaneyên firehkirina şer didin ku Hizbullah û Îran xwe jê didin alî.

Li gorî rojnameyê Hizbullah neçar e ku bersiva vê êrişê bide, nemaze ku beriya wê bi êrişên sînordar bersiva kuştina fermandarên xwe da. Her wiha destnîşan kir ku hemwextî wê îsraîlî amadekariyan dikin ku şer ber bi Lubnanê ve firehtir bikin.

Rojnameyê da zanîn ku heta niha lîsteya endam û fermandarên Hizbullahê yên di êrişê de hatine hedefgirtin, diyar nebûye lê xuya ye ku bi sedan in.

Rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan, diyar kir ku a li dû êrişan Îsraîl heye. Hizbullahê aşkera kir ku ev amûr ji Îranê hatine û beriya çend rojan wergirtine û gelek karmendên saziyên wê yên cuda bi kar tînin.

Li gorî rojnameyê, îxlaleke mezin li Îranê çêbûye ku Îsraîlê li Îranê teqemenî di hundirê amûran de bi cih kiriye, lê ev amûr tenê bi rêya şîfreyan tên teqandin.

Rojnameyê cih da nirxandinên pisporan ku teqîn dê fermandarên Hizbullahê û planên wan tevlihev bike, metirsiyên aşkerabûna xebatên wan zêde kirin, nemaze ku beriya çend hefteyan êrişa giştî ya ku Hizbullahê amadekariyên wê dikir, hate bêbandorkirin.

‘JI BO KU RÊ LI BER TEQÎNA VOLKANÊ BIGIRE QANÎ LI BEXDAYÊ YE’

Rojnameya Şerq El Ewsat ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên agahdar, diyar kir ku ji serdana fermandarê "Feyleq El Quds" ya Îranê Îsamîl Qanî ji bo Bexdayê, tê pêşbînkirin ku bi piraniya fermandarên hêzên "Çarçoveya Koordînekirî" yên şîe û fermandarên komên çekdar ên alîgirên Tehranê re bicive.

Rojnameyê îşaret pê kir ku li gorî texmînan, Qanî bi vê serdanê hewl dide "çerxa di têkiliyên hêzên "Çarçoveya Koordînekiriî" yên şîe de û di navbera wê û serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî de çareser bike”. Di serdanê de bi komên çekdar ên alîgirên Îranê re helwesta li hember Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û şerê li Xezayê gotûbêj kirin.

Her wiha rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyekî payebilind ê "Çarçoveya Koordînekirî" wergirtine, da zanîn ku "tevliheviya li hundirê hêzên şîe rû dide mîna volkanê ye û dike biteqe" ji ber wê Îranê destwerdan kir û Qanî tam ji bo çareserkirina vê tevliheviyê serdana Bexdayê kiriye û dibe Qanî bi xwe re perspektîfên nû bide komên çekdar ên alîgirên Îranê.

‘ALIYÊ ÇAREMÎN Ê TEQÎNA AMÛRÊN BANGLÊKIRINÊ’

Malpera Sky News El Erebiye destnîşan kir ku ji wêneyên amûrên hatine teqandin ên ku Ruetersê analîz kirine, diyar bû ku dîzayn û nîşaneyên li ser amûran dişibin ên şîrketa taywanî ya Gold Apolloyê.

Li gorî nûçeya rojnameya şîrketa navborî, çarşemê got ev amûr şîrketa BAC çêkirine ku ruxset ji şîrketa Gold Apolloyê girtiye. Damezirînerê şîrketê Hsu Ching-Kuang gotibû: "Berhem ne a me ye. Tenê nîşaneya me ya bazirganî li ser heye."

Rojnameyê diyar kir ku Hsu gotibû navenda şîrketa ev amûr çêkiriye ne li Taywanê ye lê li Ewropayê ye û agahiyên dîtir der barê cihê navendê de parve nekirin.

Rojnameyê ku agahiyên xwe ji çavkaniyeke ewlehiyê ya lubnanî wergirtine, da zanîn ku MOSSAD’ê teqemenî di nav 5 amûrên banglêkirinê de yên ku Hizbullahê beriya çend mehan wergirtine, bi cih kirine. 2 çavkaniyên din jî got endamên Hizbullahê ev amûr bi kar anîn ji bo ku Îsraîl nekare cihê wan tesbît bike.