Êrişa Îsraîlê li Doha û peymana nukleerî ya Îranê rojeva rojnameyan bû

Çavdêran diyar kir ku armanca êrişa Îsraîlê li ser Dohayê şikandina parêzbendiya siyasî ya serkirdeyên Hamasê ye. Li Qahîreyê, peymana Îran-IAEA hêviya vegera pêvajoya dîplomatîk geş dike.

Êrişa Îsraîlê li Doha û peymana nukleerî ya Îranê rojeva rojnameyan bû
10 îlon, 2025   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên vê sibehê der barê bombebarana Îsraîlê ya li Dohayê, pirsgirêka enerjiya nukleerî li Îranê, û gefa li ser Xezayê de nivîsandin.

Rojnameyên El Şerq El Ewsat û El Ereb a li Londonê bal kişandin ser êrişa Îsraîlê ya li dijî serkirdeyên Hamasê li Dohayê û diyar kir ev rûdan meyla Îsraîlê ya berfirehkirina êrişên xwe ber bi paytextên Ereban ve nîşan dide. Dibe ku ev yek Îsraîlê bixe nava pevçûneke siyasî ya berfirehtir bi derdora xwe ya herêmî re û hêrsa navneteweyî zêde bike.

Çavdêran diyar kir ku di êrişê de peyamên siyasî hene û armanc ew e ku parêzbendiya siyasî ya serkirdeyên Hamasê li derveyî welêt têk bibe. Çavdêran hişyarî da ku ev arîşe dikare bandorê li ser tevahiya pergala ewlehiya herêmî bike.

ˋDOZA FILISTÎNÊ DI XETEREYÊ DE YEˊ

Der barê mjara Filistînê de, rojnameya Al Rai ya Urdunê nivîsî û diyar kir ku doza Filistînê di qonaxek pir xeternak re derbas dibe, bi taybet ji ber berdewama polîtîkayên Îsraîlê li Şerîaya Rojava ya Xezayê de, weke serdegirtin, girtin, hilweşandina malan û berfirehkirina wargehan. Ev polîtîka dibin sedema parçekirina erdnîgariya Filistînê û derfeta avakirina dewletek hevgirtî di siberojê de kêm dike.

Rojnameyê wiha nivîsî "Tevahiya cîhanê îro sûcdar e, ji ber ku ew bi çavên xwe dibîne çawa komek nijadperest û tundraw qanûna mirovî ya navneteweyî û biryarên navneteweyî binpê dike, civaka navneteweyî paşguh dike. Ev kiryar dê bê guman bibin sedema zêdebûna alozî û pevçûnê, tevahiya herêmê bixe nav tundiyeke bêdawî û hemû derfetên ji bo pêkanîna aştiyeke dadperwer û berfireh têk bibe. "

ˋPÊŞKETINEK DI DANÛSTANDINÊN NUKLEERÎ DEˊ

Rojnameya El Xalîc bal kişand ser peymana ku li Qahîreyê di navbera Îran û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) de hatiye îmzekirin, û ew wekî "pêşketinekê" bi nav kir, ku dibe rê li ber jinûve destpêkirina danûstandinên atomî yên rawestiyayî veke.

Rojnameyê destnîşan kir ku Çîn û Rûsyayê di civîna dawî ya Pekînê de ji bo vê gavê zext kirin. Rojnameyê nivîsî ku çareseriya dîplomatîk a ji bo çareserkirina vê pirsgirêka dijwar rêya herî baş e, û şert û mercên heyî ji bo gihîştina çareseriyek berfirehtir guncan in.

(k)