Êrişa duh a dewleta Tirk li Kobanê hate şermezarkirin

Rêxistina Sara bi daxuyaniyekê êrişa duh a artêşa dewlet Tirk a dagirker a li Kobanê şermezar kir.

Êrişa duh a dewleta Tirk li Kobanê hate şermezarkirin
19 nîsan 2024   13:55
KOBANÊ

Duh di salvegera damezirandina Komalên Jinên Kurdistanê KJK`ê de balafireke bêmirov ya artêşa Tirk ya dagirker li gundê Ênbetê yê Kobanê erebeyek bombebaran kir. Elî Mistefa Osman û hevjîna wî Helîme Mihemed Osman ku di erbeyê de bûn, birîndar bûn.

Têkildarî bûyerê Rêxistina Sara li Kobanê daxuyaniyek da. Endama Kongra Star Peyman Elûş daxuyanî li pêş Rêxistina Sara xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Duh rêvebera Rêxistina Sara û hevjînê wê bûne hedefa dewleta Tirk a faşîst û bi awayekî giran bîrîndar bûn. Tê zanîn ku heman roj salvegera 19`emîn a damezirandina KJK’ê bû.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Banga me ji bo tevahî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, tevger û rêxistinên jinan û hemû partiyên me yên siyasî ye ku li hember van bûyerên derveyî pîvanên exlaqî û bi taybet li dijî jinan, bê bersiv nemînin û helwesta xwe diyar bikin.”

(sş)