ENKS’ê der barê êrişên çeteyan de hişyarî da

ENKS’ê hişyarî da ku eger êriş berdewam bikin û rewşeke bi hêzê li ser Kurdan were ferzkirin dê çarçoveya aloziyê firehtir bibe.

ENKS’ê der barê êrişên çeteyan de hişyarî da
20 ÇILE, 2026   02:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Encûmena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) der barê êrişên hikumeta demkî yên li ser Rojava de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hişyarî hate kirin ku berdewama êrişan û ferzkirina rewşeke bi hêzê li ser herêman Kurdan, dê aloziyê kûrtir bike û hêrsa gel zêdetir bike, di heman demê de dê rewşê ber bi senaryoyên xeternak ve bibe ku zehmet e were kontrolkirin û dê derfetên rasteqîn ên gihaştina çareseriyeke siyasî ya daîmî têk bibin.

ENKS’ê diyar kir "Her lihevkirineke girêdayî siberoja herêmên Kurdan nabe ewlehî û leşkerî tenê bin, di heman demê de divê rêgeheke siyasî ya zelal hebe ku mafên rewa yên gelê Kurd di destûrê de mîsoger bike û hevkariyeke nîştimanî ya rasteqîn di çarçoveya Sûriyeyeke demokratîk a pirreng de bide avakirin."

ENKS’ê di dawiya daxuyaniyê de bang li DYA, civata navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û tevahî aliyên têkildar kir û diyar kir: "Berpirsyariyên xwe yên exlaqî û siyasî pêk bînin, ji bo rêgirtina li ber rageşiyê xebateke cidî bikin, sivîlan biparêzin, dorpêça li ser Kobanê rake, av û kerebeyê bide wê, her wiha zemînekê ji bo diyalogên cidî û giştî ava bikin ku herêmê ji êş û herikîna xwînê dûr bixe.”

(b)