Endamê PE’yê bertek nîşanî serdegirtina çapemeniya azad da

Endamê PE’yê Nikolaj Villumsen, serdegirtina avahiyên Medya Haber û Stêrk Tv yên ji aliyê polîsên Belçîkayê ve nirxand û got, “Cihê zilma Erdogan di nava Yekitiya Ewropayê de tune ye! Divê rojnameger neyên girtin, bên parastin!”

Endamê PE’yê bertek nîşanî serdegirtina çapemeniya azad da
23 nîsan, 2024   19:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Endamê Parlamentoya Ewropayê Nikolaj Villumsen ku nûnertiya Yekitiya Sor-Kesk a Denmarkayê dike, bertek nîşanî êrişa Belçîkayê ya li Stêrk Tv û televîzyonên Medya Haberê da.

Villumsen li ser hesabê xwe yê X’ê êrişên li ser saziyên çapemeniyê şermezar kirin û soza berdewamkirina rojnamegeriya azad, adil û şefaf da û ev tişt parve kir: “Cihê zilma Erdogan di Yekitiya Ewropayê de tune ye! Çi ji aliyê Rûsya çi ji aliyê Tirkiyeyê ve dibe, divê em azadiya çapemeniyê biparêzin. Divê rojnameger neyên girtin, bên parastin!”