Êrişên dagirkeriyê li Dêrazorê hatin şermezarkirin

Bi sedan şêniyên Dêrazorê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşeke girseyî şermezar kirin û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Êrişên dagirkeriyê li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê li Dêrazorê hatin şermezarkirin
Êrişên dagirkeriyê li Dêrazorê hatin şermezarkirin
23 nîsan, 2024   20:07
DÊRAZOR

Bi sedan şêniyên Dêrazorê, rûspiyên eşîrên Begara û Igêdat, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Dêrazorê, partiyên siyasî û hêzên leşkerî bi meşeke girseyî êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir.

Meş ji pêş avahiya Meclisa Sivîl a Dêrazorê dest pê kir û ber bi Çerxerêya Meamil ve bi rê ket. Li wir li ser navê şêniyên Dêrazorê hevseroka Odeya Bazirganiyê ya Rêxistinên Civaka Sivîl Rewa Îbrahîm daxuyaniyek xwend.

Di daxuyaniyê de siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Sûriye û Iraqê û hemleyên wê yên leşkerî li dijî tevgerên ku ji bo gelan tê dikoşin hatin şermezarkirin. Her wiha piştgirî ji gerîlayan re hat nîşandan û teqezî bi hevgirtinê û projeya neteweya demokratîk ji bo pêkanîna demokrasî û rizgarkirina deverên dagirkirî hat dayîn.

(mh)

ANHA