Li Heleb du malbat bi hev ketin: 3 kes hatin kuştin

Li bajarokê Encara yê Helebê di encama pevçûna di navbera du malbatan de bi kêmanî 3 kes hatin kuştin û 11 kes birîndar bûn.

Li Heleb du malbat bi hev ketin: 3 kes hatin kuştin
30 adar, 2025   11:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li bajarokê Encara yê gundewarên Helebê di navbera du malbatan de pevçûn derket. SOHR’ê diyar kir ku di pevçûnê de çek hatin bikaranîn û di encamê de bi kêmanî 3 kes hatin kuştin û 11 kes birîndar bûn.

Çavkaniyan destnîşan kir ku li bajarok tevlihevî heye û şêniyan ji bo rawestandina pevçûnê banga destwerdanê kir.

Li gorî çavkaniyan, pevçûn ji ber nakokiyên li ser erdekî rû daye.

(bb)