Endama MAF-DAD’ê: Êrişên li ser Rojava li dijî azadiya jinan bû

Endama şandeya MAF-DAD’ê Rengîn Ergul diyar kir ku êrişên li ser Rojava hatin kirin, êrişên li ser azadiya jinan bûn, ew ê di rapora xwe ya belgekirina binpêkirinan de sernavekî taybet li ser binpêkirinên li dijî jinan hatine kirin amede bikin.

Endama MAF-DAD’ê: Êrişên li ser Rojava li dijî azadiya jinan bû
Endama MAF-DAD’ê: Êrişên li ser Rojava li dijî azadiya jinan bû
Endama MAF-DAD’ê: Êrişên li ser Rojava li dijî azadiya jinan bû
6 adar, 2026   02:35
QAMIŞLO

Di 22’yê Sibatê (2026) de şandeyeke hiqûqnasan girêdayî MAF-DAD’ê hat Rojavayê Kurdistanê. Şandeyê ji bo belgekirina binpêkirinên ku di êrişên 6-29’ê Çileyê de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava hatine kirin, serdana saziyên hiqûqî, saziyên koçberan, saziyên Rêveberiya Xweser kir û bi şahidên binpêkirinan re hevdîtin pêk anîn.

 

Endama şandeyê hiqûqnas Rengîn Ergul diyar kir ku dema şer pêk tên, herî zêde mafên jinan tên binpêkirin, ji ber wê wan jin esas girtin û li ser saziyên jinan sekinîn.

‘ŞERÊ LI ROJAVA LI DIJÎ AZADIYA JINAN HAT KIRIN’

Rengîn Ergul bal kişand ser dîmenên ku çeteyan di dema şer de parve kirine û wiha axivî: “Me dît ku şerekî pir qirêîj li dijî mafê jinan, li dijî hişmendiya Rojava ya ku di bin sîwana têkoşîna jinan de hatiye avakirin pêk hat. Mînak ew çeteyê ku keziyê jinekê qut kir, dîsa li Reqayê di bin peykerê jineke şervan de jin hatin îşkencekirin û qetilkirin. Şerê hatiye kirin, şerê li hemberî jinên Rojava yên ji bo azadiya xwe li ber xwe didan bû. Ji ber wê jî divê jinên Rojava, jinên Kurd û cîhanê bi rêya hiqûqî, çandî û leşkerî xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”

‘HIKUMETA DEMKÎ ZAGONÊN NAVNETEWÎ BINPÊ DIKE’

Hiqûqnas Rengîn Ergul di aliyê hiqûqa mafên mirovan de tiştên niha li Sûriyeyê tên kirin wiha nirxandin: “Li gorî nêzîkatiya mafên mirovan, di vê rewşê de jî hikumeta demkî ya Şamê girêdayî peymana Cinêvê ye. Ku ev peyman sûcên şer qedexe dike. Me dît ku hikumet van peymanan binpê dike. Lê neçare van zagonan pêk bîne, ji ber ku ev peyman di ser zagonên hikumetê re ne. Nabe ku bi zagonên radîkal ên îslamî bên çêkirin.”

Şandeyê di 26’ê Sibatê de derbarê lêkolînên ku kirin de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê derbarê binpêkirinan de raporekî amede bikin, pêşkêşî Neteweyên Yekbûyî, saziyên hiqûqî û Dadgeha Romayê bikin.

‘EM Ê DI PARORÊ DE SERNAVEKÎ JI BO BINPÊKIRINÊN LI DIJÎ JINAN AMADE BIKIN’

Rengîn Ergul da zanîn ku dê di raporê de sernavek li ser binpêkirinên li dijî mafên jinan bê amadekirin û wiha got: “Em ji 2018’an ve êriş û binpêkirinên tên kirin dişopînin. Me ji bo binpêkirinên di wan êrişan de hinek serlêdan kirine, em ê ji bo binpêkirinên dawîn jî dozan vekin. Niha rewş awarte ye û xetere li ser ewlehiya kesên mafên wan hatine binpêkirin heye. Piştî ku rewş hinekî aram bibe em ê ji bo binpêkirinan dozan vekin.”

(bî)

ANHA