Hilat Mihemed: Di parastina Rojava de jin dê her tim pêşengiyê bikin

Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Hilat Mihemed got “Jin di parastina ewlehî û aramiya Rojava de dê her tim pêşengiyê bikin.”

Hilat Mihemed: Di parastina Rojava de jin dê her tim pêşengiyê bikin
Hilat Mihemed: Di parastina Rojava de jin dê her tim pêşengiyê bikin
Hilat Mihemed: Di parastina Rojava de jin dê her tim pêşengiyê bikin
Hilat Mihemed: Di parastina Rojava de jin dê her tim pêşengiyê bikin
Hilat Mihemed: Di parastina Rojava de jin dê her tim pêşengiyê bikin
Hilat Mihemed: Di parastina Rojava de jin dê her tim pêşengiyê bikin
6 adar, 2026   05:10
QAMIŞLO
SILAVA ABDULREHMAN

Rêvebera Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Qamişloyê Hilat Mihemed li ser rolê jinan di parastina herêmê de, ji ANHA’yê re axivî.

Hilat Mihemed di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin dewriyeyên xwe zêde kirine û wiha got: "Me li tax, bazar û têketina bajaran dewriyeyên xwe zêde kirine. Bi taybet şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê hewl didin di aliyê ewlehiyê de pirsgirêkan çêkin. Em her tim li qadê ne û me berpirsyariya parastina gund û bajarên xwe rakiriye.”

Hilat Mihemed wiha pê de çû: “Xebatên me ne tenê bi pirsgirêkên ewlekariyê re sînordar in. Em li pirsgirêkên civakê guhdar dikin û bi rêya dadgehan hewl didin çareser bikin.”

Li ser hebûna jinan di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de Hilat Mihemed got: "Destpêkê dema ku jinan cihê xwe di rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn de girt, ji aliyê civakê ve nedihat qebûlkirin. Bi demê re ev yek derbas bû, jin êdî meseleyên têkildarî ewlekariyê çareser dikin. Têkildarî xebatên ewlekariyê plansaziyan datînin û pêk tînin. Di xebatên ewlekariyê de tecrubeyên jinan ên xurt çêbûn.”

Her wiha Hilat Mihemed got gel di parastina gund, tax û bajarên xwe de berpirsyarî rakir û hêzên leşkerî û ewlekariyê bi tenê nehiştin.

Bi boneya 8`ê Adarê jî Hilat Mihemed wiha got: "Tecrubeya me di nava Hêzên Ewlekariya Hundirîn de berhema têkoşîna bi salan a jinan e. Em ê her tim ji bo ewlehî û aramiya herêmên xwe bixebitin. Eger gelê me li gund û bajar tevgerên biguman dît bila agahiyê bidin me. Civak bi giştî ji parastinê berpirsyar e. Jin jî dê her tim di parastina herêmên Rojava de pêşengiyê bikin.”

(np)

ANHA