Encamnameya kongreya jinan diyar bû

Di encamnameya kongreya jinan de ku 3 û 4’ê Sibatê li Qamişloyê hatibû lidarxistin, ji bo pêşxistina rola jinan di proseya siyasî û destûra nû ya Sûriyeyê de gelek pêşniyar hatin kirin.

Encamnameya kongreya jinan diyar bû
Encamnameya kongreya jinan diyar bû
Encamnameya kongreya jinan diyar bû
Encamnameya kongreya jinan diyar bû
Encamnameya kongreya jinan diyar bû
Encamnameya kongreya jinan diyar bû
Encamnameya kongreya jinan diyar bû
Encamnameya kongreya jinan diyar bû
6 sibat, 2025   14:49
QAMIŞLO

Bi pêşengiya Yekitiya Jinan a Navneteweyî ji bo Aştî û Azadiyê, Tora Pêşengên Aştiyê û Komeleya Şawîşka, 3 û 4’ê Sibatê bi sernavê "Beşdarbûna jinan di avakirina Sûriyeya nû de pêdivî ye" kongreyek jinan li Qamişloyê hatibû lidarxistsin. 

Di kongreyê de jinan 5 mijar; pêşxistina proseya siyasî, beşdariya jinan di proseya siyasî ya li Sûriyeyê de, Meclisa Şêwirm ya Jinan-Jin di komîteya destûrê de, jin di siberoja Sûriyeyê de: Nêrîn û hêvî, her wiha rewşa jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê: Astengî û pirsgirêk û rêbazên pêşxistinê nîqaş kirin.

Piştî nîqaşên 2 rojan, encamnameya kongreyê hat aşkerekirin. Di encamnameyê de pêşniyarên girîng li ser astên siyasî, qanûnî, aborî, civakî, perwerde û zanistî hene.

Di encamnameyê de ev xal hatine destnîşankirin:

PÊŞNIYARÊN SIYASÎ Û QANÛNÎ

- Bi armanca yekkirina xebatên rêxistinên têkildarî pirsgirêkên jinan û mîsogerkirina beşdariya jinan di qonaxa derbasbûnê de, her wiha bi armanca beşdariya jinan di nivîsandina destûra nû ya Sûriyeyê de, banga lidarxistina kongreyeke nîştimanî ya jinên Sûriyeyê hate kirin.

- Divê temsîla jinan di komîteya nivîsandina destûrê û navendên biryardayînê (desthilatên rêveber, qanûnsaz û dadwerî) de mîna ye mêran be.

- Divê di destûra nû de bendên parastina mafên jinan, kirîmînalîzkirina tundiya li ser jinan û têkoşîna li dijî tundiyê hebin.

- Divê planeke nîştimanî ya parastina mafên jinan, pêkanîna peyman û biryarên navneteweyî yên têkildarî aktîfkirina rola jinan di navakirina aştiyeke mayînde û jinûve avakirinê de, were amadekirin.

- Divê edalet ji bo jinên ku di demên şer de mexdûr bûne, hatine koçberkirin û tundiya zayendî li ser wan hatiye kirin pêk were.

- Em banga rawestandina hemû kiryar, nêzîkatî û daxuyaniyên li ser esasê cûdekariya civakî dikin. Divê peyman, biryar û lihevkirinên navneteweyî yên taybet bi mafên jinan û rola wan di avakirina aştiyê de werin pêk anîn û dawî li tundiya li ser jinan were anîn.

 - Li hundir û derveyî Sûriyeyê platformên çalakvanên jinên sûriyeyî werin avakirin ku nûnertiya dengê jinên sûriyeyî bikin, dozên wekheviya di navbera her du zayendan de ji meylên siyasî werin cûdakirin.

- Divê bi rêya piştgiriya lêkolînên girêdayî pirsgirêkên jin  û jinên ciwanan werin kirin û bi rêya platforêmên xwecih û navneteweyî yên jinan werin belavkirin.

- Di demên şer de jîngeh were parastin.

PÊŞNIYARÊN ABORÎ

- Piştgirîkirina projeyên gêşpêdanê yên domdar û hêsankirina karsaziya jinan.

- Zêdekirina gihandina jinan ji çavkaniyên aborî û balkişandina li ser pêşketina jinên gundan.

- Pêşxistina û alîkdardayîna kooperatîfên jinan.

 - Bi armanca dabînkirina jîngeheke ewle û piştgiriya jinan di kar de, her wiha ji bo parastina jinan ji destdirêjî û îstismarkirinê, divê sendîkeyek ji bo jinên kedkar were avakirin.

- Pêşxistina hişmendiya jinan li ser mafê mîras, pêşxistina xweseriya dirav û milk û mafê jinê yê karkirinê.

PÊŞNIYARÊN CIVAKÎ

- Pêşxistina çanda wekheviya zayendî û dadmendiya civakî, bikaranîna medyayê ji bo belavkirina van nirxan.

- Piştgiriya saziyên lênêrînê û parastinê, dayîna piştgiriya derûnî, civakî û yasayî ji bo jin û keçên ku bûne qurbaniyên tundiyê.

 - Urf û edetên neyînî yên civakî (zewaca zarokan, zewaca hiyar, zewaca berdêlî, bêparkirina jinan ji mîratê, astengkirina perwerdeya keçan), binpêkirinên mafên jinan in. Li hemberî van urf û edetan divê hişyarî were belavkirin.

 - Piştgiriya rêxistinên civaka sivîl ên têkildarî jinan û peydakirina mekanîzmayên berdewamkirina xebata wan.

 - Şikandina qalib û rolên civakî yên stereotip û aktîvkirina rola wan di geşkirina civakî ya domdar de.

 - Bihêzkirina rêvebiriya civakî ya jinan û piştgirîkirina xebatên wan ên ji bo avakirina aşitiyê û xurtkirina hevgirtina civakî.

PÊŞNIYARÊN PERWERDEHÎ Û REWŞENBÎRÎ

-Divê perwerdeya bingehîn ji bo her du zayendan mecbûrî û bêpere be. Divê  perwerdehiya di astên bilind de li gorî îmkanên jinan/keçan bêpere be

-Divê meteryalên perwerdeyê werin pêşxistin. Divê qalibên klasîkî yên şaş ên der barê jinan de werin rakirin û perwerde ji îdeolojiya siyasî bê cudakirin.

- Piştgirîkirina perwerdeya keçan bi rêya platformên elektronîkî, kampanyayên fêrkirina li ser xwendin û nivîsandinê. Dabînkirina jîngeheke perwerdehiyê ya ewle.

-Divê ji bo bexşeyên zanistî, wezîfedarkirin û lêkolînên akademîk di navbera zayendan de derfet werin peydakirin.

- Telafîkirina windahiyên xwendinê yên zarokên keçîn ku di salên borî de ji ber koçberî û encamên şer dev ji xwendinê berdaye. Peydakirina mekanîzmayên naskirina bawernameyên xwendinê yên jinên ciwan.

Em jinên di vê kongreyê de hazir bûne, em teqez dikin ku em ê têkoşîna ji bo mîsogerkirina beşdariya jinên sûriyeyî di tevahî qadan de bidomînin. Em di wê baweriyê de ne ku ne mumkin e Sûriyeya siberojê bêyî beşdariya rasteqîn a jinan di tevahî qadên jiyanê, siyasî, civakî û aborî de ava bibe."

(bb)

ANHA