Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Sîpan Reqa

Şêniyên kantona Reqayê sersaxî da malbata şehîd Sîpan Reqa (Mihemed Yehya El Hemze).

Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Sîpan Reqa
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Sîpan Reqa
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Sîpan Reqa
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Sîpan Reqa
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Sîpan Reqa
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Sîpan Reqa
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Sîpan Reqa
Xelkê Reqayê sersaxî da malbata şehîd Sîpan Reqa
6 sibat, 2025   14:46
REQA

Ji bo şervanê QSD’ê Sîpan Reqa (Mihemed Yehya El Hemze) ku 3’yê Sibatê li bajarê Dêr Hafirê şehîd bûbû, taziye hate danîn.

Şêniyên kantona Reqayê, endamên saziyên sivîl, Meclisa Leşkerî ya Reqayê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Sîpan Reqa ku li pêşiya mala wî ya li bajarê Reqayê hatiye vedan.

Li bin konê sersaxiyê merasîmeke hat lidarxistin. Hevseroka Meclisa Şehîd Hêlîn Cûdî, Duha El Elûş a di merasîmê de axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em şehîdên xwe ji bîr nakin. Em bi wan serbilind in, bi saya keda şehîdan welat ava dibin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê heya rizgarkirina herêmên dagirkirî şopdarên rêya wan bin."

Endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Mehmûd El Hisên jî bal kişand ser nirxên şehadetê û diyar kir şehadet tiştek, pîroz e. El Hisên heya pêkanîna serkeftinê soza şopandina rêya şehîdan da.

Piştre wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Merasîm bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(bb)

ANHA