Encamên lêkolîna têkildarî êrişa li dijî wesayîta çapemeniyê hatin aşkerakirin

Fermandariya Asayişa Êzidxanê encamên lêkolîna xwe ya der barê êrişa duh a li dijî wesayîta çapemeniya azad a Şengalê û wesayîteke welatiyan de bi belgekirina delîlan aşkera kir ku êriş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin.

Encamên lêkolîna têkildarî êrişa li dijî wesayîta çapemeniyê hatin aşkerakirin
9 tîrmeh, 2024   18:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Asayişa Êzidxanê encamên lêkolîna xwe ya der barê êrişa duh a li dijî wesayîta çapemeniya azad a Şengalê û wesayîteke welatiyan de bi belgekirina delîlan aşkera kir ku êriş ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatiye kirin. Di daxuyaniyê de Asayişa Êzidxanê êrişên dewleta Tirk bi tundî şermezar kir, ji birîndaran re şîfaya lezgîn xwest û bang li aliyên lezgîn kir ku pêşî li van êrişên qirker ên dewleta Tirk a faşîst bigirin.

Daxuyaniya Fermandariya Asayişa Êzidxanê wiha ye:

 “Duh (08-07-2024) di saetên nîvro 11.30’an de, di navbera bajarê Şengal û komelgeha Til Qeseb de, wesayîteke ragihandinê ya medenî, rastî êrişeke balafirên bêmirov a dewleta Tirk hat. Hêzên me yên Asayîşa Êzidxanê, li cihê bûyerê piştî êrişê lêkolînên xwe meşandin. Di encama vê lêkolînê de, hat tespîtkirin û belgekirin ku ev êriş êrişek ji hewayî ya dewleta Tirk a dagirker bûye. Delîlên ku hatine komkirin bi wêneyan hatin belgekirin.

Di encama lêkolînên vê êrişê de hat tespîtkirin ku 3 jê rojnamevan û 1 jê zarok bi giştî 6 kesên sivîl di encama êrişê de birîndar bûn.

Encamên êrişê bi vî awayî ne;

3 rojnamevanên ku ji niştecihên Şengalê ne yek jê bi giranî 3 kes birîndar bûn. Navê wan bi vî awayî ne; Medya Hesen Kemal, Mirad Mîrza Îbrahîm, Xelef Xidir Osman.

3 kesên sivîl di nav wan de zarokek ji niştecihên Şengalê ne birîndar bûn. Navê wan bi vî awayî ne; Ziyad Elyas Qasim, Mecîd Cemal Reşo û Zîlan Ziyad Elyas (8 salî)

Piştî êrişa li dijî rojnamevanan, êrişa manîpulasyonê ya bi riya Medyayê bi awayek dijwar dewam kir. Di van êrişan de saziyên ragihandinê hatin hedefgirtin û endamên ragihandinê weke hêzên eskerî hatin nîşandayîn. Di encama lêkolîna ku me meşandiye de, kesên ku di vê êrişê de birîndar bûne hemû sivîlin.

Di derheqê bûyerê de hindek aliyên li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser ya Şengalê ên weke Heyder Şeşo, daxuyaniyên hevkariya xiyaneta li dijî Şengalê belav kirin. Heyder Şeşo xwe weke fermandarê Asayîşa Êzidxanê da naskirin û li ser navê me, agahiyên ji rastiyê dûr bi hinek saziyên ragihandinê re parve kirin. Ev kesayet beriya niha jî bi vî awayî gelek caran di êrişên li dijî niştecihên Şengalê de ji bo rewakirina êrişan agahiyên dijber ên ji rastiyê dûr belav dikirin.

Weke Asayîşa Êzidxanê em dixwazin gelê xwe hişiyar bikin ku ji derveyê agahiyên ji aliyê me bi fermî werin ragihandin, nûçeyên kesayetên bi vî awayî esas neyin girtin.

Êrişên li dijî gelên Şengalê yên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker bi armanca tirsandina gelên Şengalê dewam dikin. Em weke Asayîşa Êzidxanê carekê din diyar dikin ku wê ev êriş vîna gelê me neşikîne û wê tu carî pêşî li vegera gelê me nebe kelem.

Em bang li hemû gelê xwe yê koçber dikin ku berê xwe bidin Şengalê û ji wan êrişan netirsin, bi vî awayî êrişên dijminê mirovahiyê, dijminê Êzidxanê vala derbixin. Wê gelê me bi mezinkirina pergala Rêveberiya Xweser hemû êrişên li dijî xwe vala derxîne.

Disa bi navê Asayîşa êzidxanê li gorî saziya meclîsa ewlekariya navnetewî ku bi madeya 1738  ya mafê parastina hiqûq û karmendên ragihandinê, em bang li sazî û dezgehên bi navê parstina hiquq û karmendên ragihandinê dikin ku bi erkên xwe rabin û di derheqê bûyerê de lêkolînan bikin.

Em jî weke Asayîşa Êzidxanê ji bo parastina vina gelê xwe, bi erka xwe rabin û parastina gelê xwe bi her awayî bidomînin.”