Encama Kongreya PKK’ê bû rojeva medyayên cîhanî û erebî 

Encam û biryarên Kongreya 12’an a PKK’ê ku di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatibû lidarxistin, bû rojeva medyaya cîhanî û erebî. 

Encama Kongreya PKK’ê bû rojeva medyayên cîhanî û erebî 
12 gulan, 2025   11:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Kongreya 12'emîn di navbera 5-7'ê Gulanê de li Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîbû. Encamên kongreyê ku îro ji raya giştî re hat ragihandin bû rojeva medyayên erebî û cîhanê. 

Rojnameya El Şerq El Ewsat destnîşan kir ku PKK’ê fesixkirina xwe û biryara bidawîkirina şerê çekdarî ragihand. Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku PKK’ê "wezîfeya xwe ya dîrokî" bi cih anî. 

Rojnameya El Nehar a Lubnanê jî ku kongreya PKK’ê wekî "Gaveke girîng" nirxand, destnîşan kir ku PKK’ê "biryarên dîrokî dan". 

Rojnameya El Quds El Erebî jî diyar kir ku kongreya li ser bersiva banga Rêber Abdullah Ocalan pêk hat û "Biryarên dîrokî" hatin girtin. 

Rojnameya El Beyan a Îmaratê û malpera Al Ain ku cih dane mijarê dane zanîn ku "Kongre guhertinên stratejîk di xîtaba partiyê de nîşan dide." 

Rojnameya El Paîs a Spanî jî îşaret bi vê yekê kir ku kongrê bi beşdariyeke berfireh hat lidarxistin. Her wiha da zanîn biryara dîrokî ya fesixkirina partiyê û bidawîkirina têkoşîna çekdarî hate dayîn. 

Ajansa Associated Press li ser mijarê jî ev nirxandin kir " Wekî beşek ji pêvajoyeke nû ya aştiyê bi Tirkiyeyê re, partiyê hilweşandina avahiya xwe ya leşkerî ragihand. Partiyê diyar kir ku têkoşîna wê ya çekdarî armanca xwe ya balkşandina ser pirsgirêka Kurd û vekirina rê li ber çareseriyên demokratîk bi dest xistiye." 

Di nûçeya Reutersê ya bi serenavê “PKK belav dibe û serhildana li Tirkiyeyê bi dawî dike” de hate gotin ku biryara PKK’ê di serî de Iraq û Sûriye dê ji bo herêmeke berfireh bi xwe re encamên siyasî bîne. 

The New York Times jî nûçeyek bi sernavê “PKK pevçûnên bi hikûmeta Tirk re bi dawî dike” weşand. Di nûçeyê de hate destnîşankirin ku biryara PKK’ê dê li welatên cîran deng vede. 

ABC News’ê jî danezana kongreyê bi berfirehî weşand û bal kişand ser gotina “Kongreya PKK’ê ya 12’emîn a Awarte nirxand ku têkoşîna PKK’ê siyaseta înkar û îmhayê ya li ser gelê me parçe kiriye, pirsgirêka Kurd bi riya siyaseta demokratîk aniye noqteya çareseriyê, ji vê hêlê ve PKK mîsyona xwe ya dîrokî temam kiriye.” 

Rojnameya rojane ya Fransî Le Monde’yê jî nûçeyek bi sernavê “PKK a ku bi dehan sal e bi hikûmeta Tirk re şer dike fesixkirina xwe ragihand” weşand. Di nûçeyê de hate gotin ku biryar piştî banga Rêber Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê hatiye dayîn. 

The Washington Post’ê jî cih da biryara kongreyê û wekî ku hewldaneke nû ya aştiyê nirxand. 

Di malpera fermî ya TF1 ku televîzyon û kanala taybet a ewil a Fransayê ye de wiha hate gotin: “PKK’ê ragihandin ku xwe fesix kiriye û têkoşîna çekdarî bi dawî kiriye”. 

Di nûçeya France 24’ê de jî hate destnîşankirin ku PKK ku zêdetirî 40 sal in li dijî Tirkiyeyê şer dike, biryara fesixkirinê daye. 

Deutsche Welle’yê jî di nûçeya xwe de anî ziman ku biryara PKK’ê piştî banga Rêber Abdullah Ocalan hatiye ragihandin. 

Rojnameya Lavanguardia ya Katalonyayê jî  diyar kir ku "Rêxistina Kurd PKK’ê piştî 40 salan xwe fesix kir û ragihand ku çek berdane” da. 

Rojnameya El Mundo’yê ya Spanyayê jî nûçeya lezgîn bi sernavê “PKK, bi Tirkiyeyê re agirbest ragihand lê şertê çekberdanê girêdayî berdana Ocalan kir” weşand. 

(bb)