‘Em têkildarî rewşa Werîşe Mûradî û girtiyên din bi fikar in’

Kampanyaya Azadî ji bo Werîşe Mûradî daxuyand “Em der barê Werîşe Mûradî û rewşa girtiyan de bi fikar in. Rayaderên Komara Îslamî ji jiyana girtiyan berpirsyar in.”

‘Em têkildarî rewşa Werîşe Mûradî û girtiyên din bi fikar in’
3 tîrmeh, 2025   14:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanyaya ‘Azadî ji bo Werîşe Muradî’, têkildarî rewşa girtiyên siyasî yên piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Girtîgeha Evînê ya Tehranê, ji bo Girtîgeha Qerçakê ya li Varemînê hatin veguhastin, daxuyaniyek da. 

Kampanyayê daxuyand ku ji wan re agahî hatiye dayîn ku girtiyên ji Girtîgeha Qerçakê hatine veguhastin, li odeyên karantînayê dimînin û xwegihandina xwarin, ava vexwarinê yan jî xizmeten bijîşkî tune ye. Her wiha hate diyarkirin ku gelek girtiyan di dema veguhastinê de derfeta birina derman û eşyayên xwe yên taybet nedîtiye.

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Mafê xwegihandina xwarin, ava vexwarê û xizmetên tenduristiyê ya girtiyên ji Girtîgeha Evînê sewqî qawîşa jinan a ji Girtîgeha Qerçaxê hatin kirin, tê astengkirin û li odayên karantînayê tên girtin. Gelek girtiyan di dema veguhestina tund de derfeta birina derman û eşyayên xwe yên taybet nedîtin. Ji hin girtiyan ku girtiya siyasî Werîşe Muradî ya mehkûmê cezayê darvekirinê hatiye kirin jî di nav de, beriya niha li Girtîgeha Evînê ji xizmetên tenduristî yên cidî bêpar hatiye hiştin û tevî pêşniyarên tund ên bijîşkan jî, veguhestina wan a ji bo navendên bijîşkî yên li derveyî girtîgehê hat astengkirin.

Rewşa hêyî ya li Girtîgeha Qerçaxê, ji şert û mercên Girtîgeha Evînê pir zehmetir û girantir e; girtî ji mafên mirovan ên herî bingehîn yên mîna xwegihandina ava vexwarinê ya ewle û nivînekî ya razandinê bêpar tên hiştin. Em bi taybetî Werîşe Muradî der barê rewşa girtiyan de fikarên xwe yên cidî tînin ziman û em rayaderên Komara Îslamî ya Îranê ji jiyana girtiyan û encamên şert û mercên derveyî mirovî berpirsyar digrin. Em bang li gel, raya giştî, civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan dikin ku zext li hikûmeta Îranê bikin ku demildest rewşa girtiyan bigre dest û daxwaza berdana girtiyan ya bêyî şert û merc bike.”