`Em ê li hember êrişan serî netewînin û tenê bi serkeftinê razî dibin`

Pêkhateyên kantona Cizîrê sersaxî dan malbatên şehîd Waêl Mehmûd Remadan û Tariq Behadîn û gotin ew serî li hember êrişan nawetînin û berxwedana dê bi serkeftinê tacîdar be.

`Em ê li hember êrişan serî netewînin û tenê bi serkeftinê razî dibin`
`Em ê li hember êrişan serî netewînin û tenê bi serkeftinê razî dibin`
`Em ê li hember êrişan serî netewînin û tenê bi serkeftinê razî dibin`
`Em ê li hember êrişan serî netewînin û tenê bi serkeftinê razî dibin`
`Em ê li hember êrişan serî netewînin û tenê bi serkeftinê razî dibin`
`Em ê li hember êrişan serî netewînin û tenê bi serkeftinê razî dibin`
`Em ê li hember êrişan serî netewînin û tenê bi serkeftinê razî dibin`
14 sibat, 2024   15:10
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxayê ji bo endamê Hêzên Erka Xweparastinê Waêl Mehmûd Remadan ê 10`ê Sibatê li Dêrazorê şehîd bûye û şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Tariq Behadîn ê 12`ê Sibatê şehîd bûye, konê sersaxiyê veda. 

Pêkhateyên bajarê Qamişlo, nûnerên saziyên xizmetguzarî, sivîl û leşkerî tev li merasîma sersaxiyê bûn ku li geranca navçeyê hate lidarxistin.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Çilaxa Feysel hesen axivî û sersaxî da malbatên her du şehîdan.

Hesen wiha domand: "Berê jî bi saya hevgirtina pêkhateyan û fedakariyên wan em li hember tevahî êrişan bi ser ketin. Em ê têkoşîna xwe li ser vê bingehê berdewam bikin, dev ji welatê xwe bernadin û serî ji êrişan re natewînin. Em ê tenê bi serkeftinê razî bibin."

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mislih Ziyab soz da ku destkeftiyên şehîdan û ewlehiya herêmê biparêzin.

Her wiha endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Hisên Omer jî banga mezinkirina têkoşînê û berxwedanê li ser şopa şehîdan kir.

Di dawiyê de wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(şx)

ANHA