`Bi vîna xwe em ê li hemberî dagirkeran şer bikin û wan têk bibin`

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye û Gaziyên Şer di merasîma sersaxiyê ya şehîd Mihemed Mistefa Şêx de destnîşan kir ku vîna wan ji çekên dagirkeran bi hêztir e û tu kes nikare gelê li ser şopa fikrê Rêber Abdullah Ocalan dimeşe, tune bike.

14 sibat, 2024   15:16
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Mistefa Şêx û ji bo bîranan fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik merasîmek li dar xist. 

Gelek şênî, endamên saziyên sivîl, partî, meclis, komîn û Federasyona Gaziyên Şer a Helebê tev li merasîmê bûn ku li pêşiya mala şehîd Mihemed Mistefa Şêx a li taxa Şêxmeqsûdê li dar ketiye.

Di merasîmê de endamê rêvebera Meclisa Şehîd Gelhat Şiyar Mihemed axivî û got: "Em sersaxî ji malbatên şehîdan re dixwazin. Li dijî Rêberê me Abdullah Ocalan di 15`ê Sibata 1999`an komployek li dar ket. Divê em li hemberî êrişan her tim amade bin û hêza xwe ji şehîdan bigirin."

Endamê Federasyona Gaziyên Şer a Helebê Zagros Heleb jî teqezî bi mezinkirina têkoşînê li ser şopa şehîdan kir û got: "Rêber Abdullah Ocalan canê xwe gorî gelê xwe kir, bi fikrê xwe rêya azadiya jê re xêz kir. Ji ber wê divê em jî layîqî wê têkoşînê bin."

DIJMIN BI ÇEKÊN HERÎ PÊŞKETIN ŞER DIKE Û EM JÎ BI VÎNÊ ŞER DIKIN

Zagros Heleb îşaret bi hedefgirtina navenda Federasyona Gaziyên Şer kir û got: "Ev êriş, bêçaretiya dewleta Tirk nîşan dide ku nikare fikrên ku Rêber Abdullah Ocalan di bîrên me de çandiye tune bike."

Her wiha endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Reşîd Reşo wiha axivî: "Dijminên me hewl didin bi tevahî rêbazan me qir bikin. Lê berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û fedakariyên şehîdan, bersiva herî guncew a wan hewldanan e."

Şervanê QSD`ê Mihemed Mistefa Şêx di encama kirîza dil de li Reqayê şehîd bû û li bajarê Helebê hate veşartin.

(şx)

ANHA