’Hebûna jinan li bendava Tişrînê semboleke neteweyî û têkoşînê ye’

Jinên li Reqayê diyar kir ku têkoşîna jinan a ji bo parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û parastina bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirkiyeyê ya dagirker didome. Jinan diyar kir ku hebûna wan a li bendavê li hemberî êrişan vîna wan a neteweyî û têkoşînê nîşan dide.

’Hebûna jinan li bendava Tişrînê semboleke neteweyî û têkoşînê ye’
24 sibat, 2025   03:45
REQA

Zêdetirî 45 roj e gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina bendava Tişrînê ji êrişên dewleta Tirkiyeyê ya dagirker û çeteyên wê û ji bo piştgiriya berxwedana şervanên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), li bendava Tişrînê nobedariyê dikin. Di vê berxwedanê de beşdariya jinan bûye stûneke sereke ya parastinê.

Endama Koordînasyona Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya li Reqayê Cîhan Mihemed der barê mijarê de axivî û bal kişand ser girîngiya rola jinan di vê berxwedanê de. Cîhan got: "Em li ser vê rêya têkoşînê dimeşin, tevî bombebaranê jî tirsa me ji tiştekî nîn e."

Cîhan Mihemed ji civaka navneteweyî re peyamek şand û got: "Em ê heta kengê bi vê êşê re rû bi rû bimînin?"

Cîhan her wiha got: "Em şêniyên sivîl in, bê çek in, çûne bendavê ji bo piştgiriya şervanên xwe û parastina welat û rumeta xwe. Heta ku dadmendî, wekhevî û azadî pêk were em rêya şehîdan dişopînin."

PEYAMA AŞTÎ Û XWERAGIRIYÊ

Cîgira Hevserokatiya Desteya Perwerdeyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hediya Şêx Hesen jî der barê de mijarê got: "Armanca beşdarbûna me di çalakiya parastina bendavê de ew e ku em peyama aştiyê bigihînin hemû cîhanê ku em ji bo parastina xaka xwe li vir in û ti kes nikare me tune bike."

Hediya behsa rêvebera Kombûya Jinan a Zenûbiya Kerem El Hemed kir, ku di berxwedana bendavê de şehîd bûbû û diyar kir ku şehîd Kerem El Hemed ji wan kesên ku di roja destpêkê de çûbûn bendavê bû "armanca wê gihandina dengê hemû gelan bû. "

Hadiya Şêx Hesen her wiha got: "Îro bendava Tişrîn bûye sembola berxwedanê. Ne tenê çalakvanên sivîl rastî êrişan hatin, her wiha  rojnamvan, dar û ber û her tiştên jiyanê bûne armanca êrişan. "

Hadiya Şêx Hesen soz da hemû şehîdan ku ew ê li ser şopa wan bimeşin heta pêkanîna jiyaneke bi rûmet û siberojeke azad û demokratîk bo hemû pêkhateyan.

JI BO RÊXISTINÊN MIROVÎ BANGA DESTWERDANÊ

Cîgira Serokatiya Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Newroz Muslim got ku berxwedana bendava Tişrînê ev nêzî 2 meh e berdewam e. Newroz diyar kir ku ev berxwedan ji bo parastina bendavê û pêşîgirtina karesateke mirovî ye. Ji ber eger bendav hilweşe dê bandora karesatê bighêje ta Iraqê jî.

Newroz Muslim her wiha got:0 "Em van êrişan şermezar dikin û bang li rêxistinên mirovî û mafên mirovan dikin ku bi lezgîn destwerdanê bikin."

Newroz destnîşan kir ku hebûna jinan a li bendavê li hemberî êrişan, vîna wan a neteweyî û têkoşînê nîşan dide.

(k)

 ANHA