‘Em bi hev re civakek demokratîk û komunal ava bikin’

Di bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komunal ava bikin” Meclisa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk forumeke diyalogê lidar xist.

‘Em bi hev re civakek demokratîk û komunal ava bikin’
‘Em bi hev re civakek demokratîk û komunal ava bikin’
‘Em bi hev re civakek demokratîk û komunal ava bikin’
‘Em bi hev re civakek demokratîk û komunal ava bikin’
‘Em bi hev re civakek demokratîk û komunal ava bikin’
‘Em bi hev re civakek demokratîk û komunal ava bikin’
‘Em bi hev re civakek demokratîk û komunal ava bikin’
‘Em bi hev re civakek demokratîk û komunal ava bikin’
‘Em bi hev re civakek demokratîk û komunal ava bikin’
‘Em bi hev re civakek demokratîk û komunal ava bikin’
19 mijdar, 2025   15:27
HESEKÊ 

Di çarçoveya rêzeçalakiyên platforma hevbeş ku di 15’ê Mijdarê bi daxuyaniyekê kampanyaya xwe ragihand, îro di bin dirûşmeya “Em bi hev re li dijî tundiyê civakek demokratîk û komunal ava bikin” Meclisa Jin a Tevgera Civaka Demokratîk forumeke diyalogê li dar xist.

Di forumê de bi dehan ji rêxistinên jinan, partiyên siyasî, parêzerên jin, sazî û dezgehên jinan amade bûn.

Di forumê de du mijarên sereke hatin niqaşkirin: ya yekem, tundûtûjiya li dijî jinan ji aliyê siyasî û civakî ji aliyê hevseroka Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nisrîn Hesen ve hate dayî; û ya duyem, mekanîzmayên parastina jinan ji perspektîfeke qanûnî û mafî ve ji aliyê parêzer Roja Xelef ve hate birêvebirin.

Piştî deqeyek rêzgirtinê, karûbarên forumê bi axaftina vekirinê ya hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk Remziye Mihemed dest pê kir. Remziye  got: “Têkoşîna jinan li dijî tundiyê têkoşîneke dîrokî ye, û bi saya vê dîrokê ye ku me ew hêz bi dest xistiye ku şoreşa îro ji bo azadiya jinan organîze bikin û pêşî li her cûre tundiyê bigirin. Li hember vê têkoşînê, polîtîkayeke qirkirinê tê meşandin û her cûre tundiyê tê meşandin.”

Mijara yekemîn a bi sernavê “Tundûtûjiya li dijî jinan ji aliyê siyasî û civakî” ji aliyê hevseroka Konfederasyona Rêxistinên Civaka Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nisrîn Hesen ve hate dayîn û wiha got: “Tundûtûjî li dijî jinan ne diyardeyeke nû ye; ew mîrateyeke giran a çandî û dîrokî ye. Hevkariya rastîn a di navbera mirovan de veguheriye xwedîtî û kontrolê, û jin bûne qurbaniyên sereke yên vê dûrketina ji nirxên bingehîn ên mirovahiyê. Ev serdestiya li ser jinan ne modelek qismî ye, lê belê modelek e ji bo hemî şêweyên zordarî û tundûtûjiyê, di nav de kevneşopiyên civakî, siyasî û aborî yên ku bindestiyê di nav nifşan de ji nû ve diafirînin.”

Roja behsa girîngiya pêkanîna zagonê malbatê di nava civakê de kir û wiha got: “Qanûna Jinan û pêşketina wê bo Qanûna Malbatê (Fermana Hejmar 1 a 2023). Qanûna ku di sala 2014’an de bi navê Qanûna Jinan dest pê kir, îro bûye Qanûna Malbatê ku jiyana malbatê ji nû ve organîze kir.”

Forum bi daxuyaniyekê bi dawî bû.

Hevseroka Konfederalîzma Rêxistinên Civaka Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Nesrîn Hesen daxuyaniyê da.

Biryarên ku di forumê de hatine girtin wiha ne:

“* Ji bo xurtkirina têkoşîn û hewildanên ji bo doza azadiya jinan û gihandina hemû jinan dixebitin.

* Piştgirîkirin û bihêzkirina jinan di warên aborî, civakî, yasayî û mafên wan de.

* Têkoşîna ji bo vegera ewle ya hemû jinên bi darê zorê koçber bûne.

* Parastina mafên jinan û xebat ji bo bicîhanîna qanûna malbatê.

* Bi hevahengiya bi saziyên peywendîdar re têkoşîna li dijî hemû cureyên şantajê yên elektronîkî.

* Parastina mafên jinên karker.

* Beşdarbûna mêran di foruman de û balkişandina ser guhertina hişmendiya mêran.

* Xurtkirina hevkariya di navbera saziyên rêveberiya xweser, rêxistinên civaka demokratîk û rêxistinên ku ji bo têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan dixebitin.

*Amadekirina rûniştinên hişyariya qanûnî ji bo jinan bi armanca agahdarkirina wan li ser mafên wan ên civakî û qanûnî.”

Forum bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA