'Di hemû cejnan de koçberên Efrînê li benda mizgîniya vegerê ne'

Koçberên ji Efrînê diyar kir ku tevî koçberiyê jî disa hewl didin bi dilxweşî cejna xwe pîroz bikin û got “Lê kêfxwaşiya me kêm dimîne, di cejnê de tenê hêviyeke me heye; em vegerin Efrînê.”

'Di hemû cejnan de koçberên Efrînê li benda mizgîniya vegerê ne'
'Di hemû cejnan de koçberên Efrînê li benda mizgîniya vegerê ne'
'Di hemû cejnan de koçberên Efrînê li benda mizgîniya vegerê ne'
'Di hemû cejnan de koçberên Efrînê li benda mizgîniya vegerê ne'
'Di hemû cejnan de koçberên Efrînê li benda mizgîniya vegerê ne'
'Di hemû cejnan de koçberên Efrînê li benda mizgîniya vegerê ne'
'Di hemû cejnan de koçberên Efrînê li benda mizgîniya vegerê ne'
'Di hemû cejnan de koçberên Efrînê li benda mizgîniya vegerê ne'
'Di hemû cejnan de koçberên Efrînê li benda mizgîniya vegerê ne'
6 hezîran, 2025   02:35
HESEKÊ
ZEYNEB ŞÊXO

Koçberên Efrînê di 18'ê Adara sala 2018'an de ji Efrînê koçber bûn. Piştî berxwedan, têkoşîn û hêviya 7 salan a vegera ewle, lê koçberên Efrînê careke din piştî êrişa 29’ê Mijdarê ya li ser Til Rifet û Şehbayê, Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê bi armanca pêşîgirtina komkujiyan biryara veguhastina gel a ji bo herêmên ewle da. Li ser biryarê di 2’yê Kanûnê de dest bi veguhastina gel a ji bo herêmên Rêveberiya Xweser hat kirin. 

Gelek koçberên Efrînê li bajarê Hesekê bi cih bûn. Koçber têkildarî hêviya wan a vegera ewle ji ajansa me re axaivîn.

Ehmed Mihemed diyar kir ku ev 8 sal e ji Efrînê koçber bûye. Piştî ewqas zehmetî û koçberî careke din ji Şehbayê jî koçber bû û berê xwe da herêmên Rêveberiya Xweser û di dilê wan de tenê êşek heye, ew jî Efrîn e û got: "Ev du car e em koçber dibin û mal û milkên efrîniyan talan bûye. Em bang li tevahî rêxistinên navneteweyî dikin ku em vegerin cih û warê me. Ruxmî hemû zehmetiyan û êşan tenê hêviyek me heye, ew jî vegera li Efrînê ye."

Ezidîn Elo jî got: "Em dema ji Efrînê koçber bûn me berê xwe da Şehbayê, berxwedana me ya 7 salan li bin konên penaberiyê bi hesreta vegera Efrînê bû. Lê belê carek din em koçber bûn û me berê xwe da Hesekê. Bi hatina her cejnekê re em gelekî diêşin. Me beriya her kêliyên ku me li Efrînê dijiya kiriye. Min pir biriya dara zeytûnê kiriye. Ev cejn jî hat û 8 sal in em naçin ser gora dayîk, bav û zarokên xwe ev jî gelekî zehmet e."

Elo diyar kir bi pevguhertina gîlgirtiyan kêfxweş bûne, hêviya koçberan ku çete ji Efrînê derkevin û got: "Ruxmî hemû êşên me jî em kêfxweş bûn ku esîr hatin berdan. Lê li Efrînê hîna kiryarên li dijî mirovan û xwezayê didomin. Hemû darên Efrînê dibirin û dişewîtin û kiryaran li dijî şêniyên resen dikin. Edî kiryarên wan li dijî miriyan in jî. Gorên zarokên me yên şehîd û dayik û bavên me xirab kirin. Bi navê îslamê jî bang dikin. Ev ne îslam e, yê ku îslam be divê di dilê wan de rehm û hezkirin hebe."

Ezidîn Elo di dawiyê de wiha lê zêde kir: “Hêviya me, em vegerin  Efrînê. Vegera me dê bi serbilindî be û bi saya hêza QSD û HRE'yê be. Efrîn ji bo me her tişt e. Dara zeytûnê ji bo me av û nan e, her wiha hebûna me bi dara zeytûnê ye. Efrîn dayika min e."

Her wiha Zekeriye Şêx Mihemed jî got: "Dewleta Tirk a dagirker em ji malbat û hevalên me veqetandin. Her yek ji me niha li bajarekî ye. Cejn êdî ne cejn e, lê rojeke din a xerîbî û hesretê ye. Xwezî ew cejn vegere û em dîsa li malên xwe bin, em bi malbatên xwe re wek berê kom bibin, em vegerin malên xwe û deriyên xwe ji mêvanan re vekin. Em dibêjin ku Rêxistinên navnetewî divê bi erkên xwe rabin û koçber bi awayekî ewle vegerin Efrînê."

Şêx Mihemed destnîşan kir ku tevî dijwariya koçberiyê û êşên rojane, koçberên Efrînê yên li bajarê Hesekê bi hêviya vegerê dijîn. Ew tenê mafên xwe yên xwezayî dixwazin ku bi aramî û ewle vegerin malên xwe, cejnan di nava dîwarên malên xwe de, li gundên xwe û di nava xizmên xwe de pîroz bikin.

ANHA