Elî Rehmûn: Kongreya Sûriyeya Demokratîk encama xebateke demdirêj e

Komîteya Amadekirin û Şopandina Pêvajoya Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku lidarxistina Kongreya Pêvajoya Sûriyeya Demokratîk di encama gelek hevdîtin û diyalogan de hatiye lidarxistin. Komîteyê behsa rola girîng a Navenda Olaf Palm a Swêdê kir.

Elî Rehmûn: Kongreya Sûriyeya Demokratîk encama xebateke demdirêj e
25 cotmeh, 2024   15:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Pêvajoya Sûriyeya Demokratîk li paytexta Belçîkayê Brukselê dewam dike. Kongre bi axaftina endamê komîteyê Elî Rehmûn dest pê kir.

Rehmûn diyar kir ku kar û xebatên kongreyê ji demeke dirêj ve dest pê kirine. Di destpêkê de di navbera derdorên demokratîk de hevdîtin û diyalog çêbûn, paşê bi serpereştiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) li hundirê Sûriyeyê hin hevdîtin çêbûn, her wiha li Ewropayê jî hin hevdîtin çêbûn. Piştî wan hevdîtinan di civîneke li Brukselê de biyar hate dayîn ku komîteyeke amadekar bê avakirin, vê komîteyê ji bo pêkanîna kongreyê xebateke demdirêj bi rê ve bir.

Rehmûn da zanîn ku piştî pandemiya Koronayê ev pêvajo dîsa dest pê kir û bi serpereştiya Navenda Olaf Palm ya Siwêdê, di encamê de komîteya şêwirdariyê hate avakirin, vê komîteyê piştgirî da komîteya amadekar da ku erêkên xwe pêk bîne, bi vî awayî ev pêvajo gihaşte vê astê û gelek alî tev lê bûn.

Rehmûn diyar kir ku di dema civînên şêwirmendiyê de, aliyên beşdar der barê gelek mijaran li hev kirine, bi taybetî mijara nasnameya Sûriyeyê di nava sînorên fermî yên Sûriyeyê de ku Sûriye welatê sûriyeyiyan e. Her wiha der barê mijarên nenavendîtiyê, cudakirina olê ji dewletê û misogerkirina azadiyên sereke, mafên mirovan û azadiya jinan jî lihevhatin çêbûye.

Rehmûn got ev kongre ne peywirek e demkî ye, lê belê ev tenê destpêka komxebateke berfireh e. Rehmûn bang li hemû hêzan kir ku xebatên hevbeş bikin û derfetên lihevkirinê mezin bikin.

Rehmûn di dawiya axaftina xwe de destpêkirina xebatên kongreyê ragihand û banga avakirina Sûriyaya azad, yekgirtî û dewleteke demokratîk û nûjen kir.

 (k)