Rojevên îro yên rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de cih da metirsiyên ku Sûriye ber bi rêveberiyeke îslamî ya tundraw ve biçe û dewleta Tirk bi tenê destwerdanê lê bike.

 Rojevên îro yên rojnameyên erebî
19 kanûn, 2024   10:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Şerq El Ewsat nûçeyek bi sernavê "Gelo sendroma sala 1979’an hatiye Şamê?" weşand. 

Di nûçeyê de hate gotin: “Piraniya herêmê ji ber sendroma tundrawiyê zehmetî kişand ku di sala 1979ˈan dest pê kir. Wê salê Ayetullah Xumeynî hat ser desthilatê û rejîmeke tundrew a teokratîk damezirand ku bandora xwe li seranserê herêmê belav kir. Ev rewş di salên 1990’î de derbasî nava civakên Ereban û hin rejîman bû."

Di nûçeyê de hate bibîrxistin ku metirsiyên herêmî û li Sûriyeyê hene ku kesên tundraw werin ser desthilatê û jiyana Sûriyeyê û herêmê veguherînin krîz û şeran, di demekê de ku 23 milyon sûriyeyî hewcedarî aramiya siyasî û geşbûna aborî û û jiyaneke birûmet in. Dîroka 1979ˈan sembo e ku tundrawî û têkçûnê îfade dike. Di heman demê de nîşaneya karesata nîv sedsalê ye ku hatiye serê herêmê. Xumeynîzm, qutbîzm, sururîzm û mezhebperestiya mîna ya Hûsiyan, berdewama îdeolojiyên desthilatperest in.”

Li gorî rojnameyê; “Sûriyeya Baasê di bin rejîma leşkerî ya du nifşan de ji mala Esed para xwe girt.  Eger desthilatdarî bikeve destê îdîolojiya îslamî ya tundraw ev tê vê wateyê ku şev li Sûriyeyê dirêj e. Ji ber vê yekê jî Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî yên cihêreng daxwazê ji desthilatdarên li Şamê dikin ku pêvajoyeke siyasî bidin destpêkirin ku her kes cihê xwe tê de bigire, ji ber ku ev rêya yekane ye ku dikare rê li ber kaos, şerê navxweyî û destwerdanên derve bigire.”

‘FRANSA KARTA KURDAN DIGUHERÎNEˈ

Rojnameya El Ereb jî cih da daxuyaniyên rayedarên Fransayê ku daxwaza beşdarkirina Kurdan di pêvajoya derbasbûna siyasî ya li Sûriyeyê kir. Hate gotin: "Fransa tevî dizane ku mijara Kurdan ji bo serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan hesas e, lê daxwaz kir ku Kurdên li Sûriyeyê beşdarî pêvajoya derbasbûnê ya li Sûriyeyê bên kirin. Bi taybetî piştî zêdebûna aloziya li Minbicê gelek alî xwe ji şerê di navbera Kurdan û Tirkiye û hevalbendên wê de dûr dixin, ji tirsa ku bandorê li rewşa aram a sist a li Sûriyeyê bike.”

Di dewama nûçeyê de hate gotin axaftina rayedarên Fransayê ya "Divê dimildest şerê li bajarên Minbic û Kobanê werin rawestandin" Erdogan bi hêrs kir ku ku fermanên rayedarên Parîsê rexne kirin.

(bb)