Êlên Cizîrê piştgiriya xwe bo “Ewlehiya Domdar” ragihandin
Êlên Ereb û Kurd ên kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe bo operasyona “Ewlehiya Domdar” ragihandin. Êlan tekez kirin ku ew li kêleka hêzên xwe yên leşkerî û ewlekarî ne heta tunekirina çeteyên DAIŞ’ê derxistina dagirkeriya Tirk ji herêmên dagirkirî.
Şêx û rûspiyên êlên Ereb û Kurd ên kantona Cizîrê, ji bo şopandina pêşveçûnên operasyona “Ewlehiya Domdar” ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jinê ve roja 6`ê mijdarê li kampa Holê û dora wê destpê kiriye, serdana Kampa Holê kirin.
Li qada bajarê Holê şêxê eşîra Xewatna Şêx Mihemed Ebûd El Sultan daxuyenek xwend.
Di daxuyaniyê de êlên Ereb û Kurd ên kantona Cizîrê, spasiyên xwe pêşkêşî Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Yekîneyên Parastina Jin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin. Her wiha piştgiriya xwe ya ji bo operasyona “Ewlehiya Domdar” ragihandin.
Êlên Ereb û Kurd soz dan ku li kêleka hêzên leşkerî û ewlekarî rawestin heta bidestxistina azadî, avakirina netewa demokratîk û jiyaneke bi rûmet ji bo gelên herêmê.
(k)