Edhem Barzanî nameyek ji Sûdanî re şand: Dawiyê li dagirkeriya Tirk bînin

Siyasetmedarê Ethem Barzanî têkildarî hebûna artêşa Tirk a dagirker a li nav xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê nameyeke vekirî ji serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re şand û xwest dawiyê li dagirkeriya Tirk bînin.

Edhem Barzanî nameyek ji Sûdanî re şand: Dawiyê li dagirkeriya Tirk bînin
21 kanûn, 2024   11:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Di nameya xwe de Edhem Barzanî ragihand ku ew gotinên serokwezîrê Iraqê yên di bernameyeke televîzyonê de li ser ‘tevgera Tirkiyeyê’ li nav axa Sûriyeyê teqdîr dike, lê tekezî li ser wê yekê kir ku girîngiya ku ji bo serweriya xaka Sûriyeyê tê dayîn, divê ji xaka Iraqê re jî were dayîn.

Barzanî rexne li Sudanî kir û wiha got: “Gelo beriya ku hûn qala serweriya dewleteke cîran bikin, mane diviyabû hûn destpêkê behsa serweriya xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê ku ew jî beşek ji Iraqê ye, bikin?”

Ethem Barzanî destnîşan kir ku zêdeyî 10 salin xaka Herêma Kurdistanê taybet pêrêzgehên Hewlêr û Dihokê şahidî ji hebûna artêşa Tirk re dikin.

Di dewama nameyê de Barzanî wiha anî ziman: “Beşek ji xaka Herêma Kurdistanê ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin û dibe ku hin xizmetên ku li herêmên dagirkirî ji artêşa Tirk re tên dabînkirin ji bûdceya Iraq û Herêma Kurdistanê tê fînansekirin. Başe, gelo helwesta hikûmeta Iraqê ya li beramberî vê dagirkeriyê çiye? Ez dixwazin bipirsim ku ev dagirkeriya ku bi salane berdewam dike, rewşek tê qebûlkirine? Bêdengiya hikûmeta Iraqê li hember hebûna artêşa Tirkiyê, dibe sedema sereke ya dubarebûna destwerdanên Tirkiyê ya li Sûriyê be. Qebûlkirina mayîna artêşa Tirk a li Iraqê û bêdengiya li hember wê, dibe çavkaniya motîvasyonê ya tiştên ku niha li ser xaka Sûriyeyê diqewimin be.”

Edhem Barzanî diyar kir ku siyaseta hikûmeta Iraqê ya li beramberî dagirkeriya Tirkiyê, li ser cesareta berfirehkirina destwerdanên leşkerî yên Tirkiyê li herêmê bi bandor bû.

Siyasetmedarê Kurd bi gotinek mezinan ên Kurdan wiha nameya xwe domand: “Kesek dema bi vemirandina agirê di mala xwe de mijûl be, ji ber hewara cîranê xwe neçûye kes wê sûcdar nake."

Edhem Barzanî daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku beriya bangên dijî destwerdanên derve bike, giraniyê bide ser çareserkirina pirsgirêkên navxweyî û wiha got: “Baştir e ku em li ser çareserkirina pirsgirêkên welatê xwe bifikirin. Wê demê em dikarin ji serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bibêjin ‘ji Sûriyê derkeve.”

Edhem Barzanî di dawiya nameya xwe de rêz û teqdîrên xwe ji bo serokwezîrê Iraqê nîşan da û silav û rêzdariya xwe jî ragihand.