Ebdî, Îlham Ehmed û El Şeybanî li Munchenê bi wezîrê derve yê Siûdî re civiyan

Mezlûm Ebdî, Îlham Ehmed û Esed El Şêbanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê ya 2026`an de bi Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan Bin Abdullah re civiyan.

Ebdî, Îlham Ehmed û El Şeybanî li Munchenê bi wezîrê derve yê Siûdî re civiyan
14 sibat, 2026   18:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD), Mezlûm Ebdî, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, Îlham Ehmed, û Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê, Esed El Şêbanî, di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê ya 2026`an de bi Wezîrê Derve yê Siûdî, Prens Feysel Bin Ferhan Bin Abdullah re civînek li dar xistin. Di civînê de, Erebistana Siûdî diyar kir ku ew amade piştgiriya hemû xalên ku Sûryeyîyan li ser li hev kirine, bike û piştgiriya xwe ji bo pêvajoya lihevhatina neteweyî û pêkanîna peymana 29`ê Çile anî ziman kir.

Fermandarê Giştî QSD`ê, Mezlûm Ebdî, spasiya xwe ji bo rola Siûdiyê bo piştgiriya Sûriyeyê, û piştgiriya ji bo hewildanên rakirina cezayan û hêsankirina pêvajoya peymanê anî ziman.

(k)