Artêşa Îsraîlê ket 2 gundên Quneytîrayê

Artêşa Îsraîlê ket gundên Semdaniya Rojhilat û Himêdiyê yên Quneytîrayê.

Artêşa Îsraîlê ket 2 gundên Quneytîrayê
14 mijdar, 2025   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Liv û tevgerên hêzên Îsraîlê li ser xeta sînorî ya Sûriyeyê zêde dibin. Li hemberî van tevgeran de tu helwest an bersiv nayê dayîn.

Artêşa Îsraîlê vê sibehê bi 3 erebeyan ket gundên Semdaniya Rojhilkat û Himêdiyê yên Quneytîrayê. Yekîneyeke din tevî 5 erebeyan ber bi derdora gundê Himêdiyê ve pêşve hat.

Duh bi şev jî yekîneyek artêşa Îsraîlê tevî 7 maşîneyên giran û beldozeran ket bajarokê Seyda Cewlat ê başûrê Quneytîrayê û bendeke axî çêkir.

(bb)