Dronek hikumeta veguhêz li asîmanê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye

Di van kêliyan de dronek hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li asîmanê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê digere.

Dronek hikumeta veguhêz li asîmanê Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ye
10 tebax, 2025   00:05
HELEB

Li gorî agahiyên nûçegihanê me ji taxa Şêxmeqsûd a Helebê dane, droneke girêdayî hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê, di van kêliyan de li asîmanê taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê digere.

Di 7ˊê Tebaxê de jî hêzên Ewlekariya Giştî yên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê barîkatên axê li nêzî Kluba Celaa ya li derdora taxên Şêxmesûd û Eşrefiyê li ser rêya ber bi taxa Suryan ve çêkirin. Ev yek, ruxmî rêkeftinên 1ˊê Nîsanê û hevkariya ewlekarî ya berê di navbera hikumeta veguhêz û Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, pêk hatin.

(fr)