ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 - 8 – 2025

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 10 - 8 – 2025
10 tebax, 2025   02:00

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Siwêdayê diyar kir ku agirbest bê navber tê binpêkirin û got ew li gorî peymanên navneteweyî sivîlan diparêzin. Her wiha anî ziman ku ew amade ne bi Koalîsyona Navneteweyî û hêzên din ên navneteweyî re ji bo ewlehiyê bikevin nava koordînasyonê.

Jinên ku tev li Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bûn, diyar kir ku xwedî roleke girîng in ji bo pêkanîna yekitiyê. Jinan da zanîn ku ev konferans peyamek bû ku gelê Sûriyeyê li dijî hewldanên fitne û parçekirinê yekgirtî ye.

Li Akademiya Şehîd Hêzil a li taxa Şêxmeqsûd a Helebê jin bi komî Manîfestoya Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dixwînin.

Rûspiyên eşîran û kesayetên civakî yên li kantona Cizîrê got "Bi saya hişyariya civakî hemû hewldanên pêkanîna fitneyê di navbera gel de, têk çûne. "

Sidqî Nebo ku ji Efrînê ye, niha li Qamişloyê di Zarhunera Havînê de fêrî wênexêziyê dibe. Sidqî daxwaza aştiyê, berxwedan û hestên xwe yên ji bo gelê Durzî xêz kirine û dibêje “Ez dixwazim vegerim Efrînê, xwezaya gundê xwe xêz bikim.”

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê li bajarê Dirbêsiyê yê kantona Cizîrê pişbirkeke fikrî der barê jiyana Rêber Abdullah Ocalan de li navenda xwe li dar dixe, (09:30). BI WÊNE Û DÎMEN

Navenda Hîlala Zêrîn a Çand û Hunera Jinan a Hesekê ya kantona Cizîrê, ji bo xurtkirina jinan û derxistina rola wê ya çand û hunerê di civakê de, li qada Azadî navendeke xwe vedike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Şaredariya Gel a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ji nû ve stadyûma Zarokan a li taxa başûrê bajêr sererast dike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Til Koçerê şervanê QSDˊê şehîd Amed Qamişlo (Seidî Xeyrullah Elawî) li Pakrewangeha Şehîd Uqab El Eswed a bajêr oxir dike, (10:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a bajarê Şedadê yê kantona Cizîrê ji bo şîrovekirina pêşdeçûnên dawî yên siyasî li hola meclisa bajêr civînekê ji jinan re li dar dixe, (12:00). BI WÊNE Û DÎMEN

Yekitiya Parêzeran a kantona Cizîrê der barê binpêkirinên li Siwêda û perava Sûriyeyê li dijî sivîlan hatine belgekirin de li avahiya Burc a Qamişloyê daxuyaniyekê dide, (13:00). BI WÊNE Û DÎMEN