Dorpêça li ser gundê Lacanê didome

Dorpêça li ser gundê Lacan ê Hewlêrê dewam dike. Şeva borî jî PDK’ê hêzeke mezin bir derdora gund û li ser rêya gund xalên kontrolê danîne.

Dorpêça li ser gundê Lacanê didome
5 kanûn, 2025   14:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Rewşa li gundê Lacan ê Hewlêrê asayî nebûye. Li gorî nûçeya Rojnewsê, duh bi şev jî PDK’ê hêzeke mezin a leşkerî bir herêmê û xalên leşkerî yên kontrolê danîne ser rêya gund.

Tê gotin PDK dixwaze bi şandina hêza leşkerî, rê li ber nerazîbûna xelkê gund bigire.

Piştî êrişa li dijî xelkê gund, xelkê navçeya Xebat a Hewlêrê li dijî siyaset û helwesta PDK’ê ya li hember gund nerazîbûn nîşan dabû û xwepêşandêran li gelek deveran agir pêxistibûn.

Heftiya borî li gundê Lacan bi daxwaza derfetên kar xwepêşandanek li ber santrala petrolê ya Lanaz hatibû lidarxistin. Lê hêzên PDK’ê bi tundî êrişî xwepêşanderan kir, di encama êrişê de welatiyekî jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.  Duh jî kesekî ku di dema xwepêşandana li gundê Lacan de ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatibû birîndarkirin, jiyana xwe ji dest dabû.