Parlamentera DEM'ê peyama Rêber Apo ya ji bo Suriyeyê ragihand

Gulistan Kiliç Koçyîgît ku di hevdîtina li Îmraliyê de cih girt, got Rêber Abdullah Ocalan têkildarî entegrasyona QSD’ê de gotiye “Hêzek dê tev li artêşa navendî bibe û hêza din jî dê xeta parastina herêmî be. Perspektîfa Ocalan a di vir de gelekî zelal e. Ji bo Tirkiyeyê jî ji bo Sûriyeyê jî ji bo Iraqê jî, di nava lêgerîna sîstemeke demokratîk de ye.”

Parlamentera DEM'ê peyama Rêber Apo ya ji bo Suriyeyê ragihand
5 kanûn, 2025   14:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Endama Komîsyona Meclisê ya ku li Îmraliyê hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û serokwekîla Koma Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinê de mijara Sûriyeyê bi berfirehî nirxandiye, lê di raporên meclisa Tirkiyeyê de cih negirtiye û destnîşan kir ku Abdullah Ocalan li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) formulek pêşkêş kiriye.

Gulistan Kiliç Koçyîgît ji malpera T24 a Tirkiyeyê re axivî û anî ziman ku Rêber Abdullah Ocalan hişyarî da ku heke li Sûriyeyê demokratîkbûn pêk neyê serokê hikumeta veguhêz Ehmed El Şara dikare veguhere dîktatorekî.

Bi dewamî ragihand ku Rêber Abdullah Ocalan têkildarî QSD’ê formulek pêşkêş kiriye û got: “Dibêje, hêza leşkerî dikare entegreyî artêşê bibe, ji bilî vê herêm jî dikare xwedî hêza xwe ya asayîşê be. Dema ku qala vê dikir, got ‘Bawer im li Tirkiyeyê bekçî hene’. Mebesta wî ev bû; ‘Hêzek dê tev li artêşa navendî bibe, hêza din jî dê parastina herêmê bike, wê asayîşê bi cih bîne.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît destnîşan kir ku Rêber Adullah Ocalan negotiye ku YPG bê şert û merc çekan deyne û wek PKK’ê xwe fesix bike û diyar kir ku îdiayên bi vî rengî rast nîne.

SÛRIYE

Serokwekîla Koma DEM Partiyê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan li ser xanedaniya malbata Esad a li Sûriyeyê nirxandin kir û anî ziman ku Adullah Ocalan got: “Bûn xanedaneke malbatê. Û em dibînin Sûriye bûye erdnîgariya herî biêş, herî birîndar a herêmê. Îro jî dibêjin ku Şara guherî ye. Heke bi rasî jî guherî be divê demokratîkbûn bibe. Lê belê heke demokratîkbûn nebe, Şara jî wê veguhere dîktatorekî. Di rewşeke welê de em bizanin dê çi bibe.”

Gulistan Kiliç Koçyîgîtê axaftina xwe wiha domand: “Mebesta birêz Ocalan a ji wê yekê sîstemeke demokratîk e ku gelên li Sûriyeyê hemû bi nasnameya xwe karibin tevli bibin. Bi rengekî aşkera û vekirî got, heke ev nebe wê çi bibe; dîktatorî. Yanî rêveberiyeke din a Esad bi navekî nû, bi formuleke nû. Nirxandinên giştî yên Birêz Ocalan hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Sûriyeyê û gelê Kurd timî li ser bingeha demokrasiyê bûn. Dema ku digot ‘Komara demokratîk’ jî bi vî rengî bû, dema ku qala yekîtiya komunên demokratîk dikir jî di vê çarçoveyê de dinirxand. Yanî demokrasî nêrîna wî ya bingehîn e ku nebe nabe. Lewma heke sîstema li Sûriyeyê wê veguhere dîktatoriyekê, bêguman hêzên Kurd wê nebin parçeyek ji vê dîktatoriyê.”

Gulistanê ji bo pirsa “Wê demê nexşerêya Ocalan a ji bo Sûriyeyê çi ye? We çi jê fêm kir?” bersiveke bi vî rengî da: “Dikarim bi rengekî aşkera û zelal vê bibêjim; Sûriyeyeke demokratîk. Hingî wê li vê derê pirsgirêkeke leşkerî jî nemîne. Yanî mijara ‘YPG wê entegreyî artêşê bibe, yan jî bibe asayîş’ ev wê bibe rojeva duyemîn, sêyemîn, çaremîn. Jİ ber ku wê yekîtiyeke demokratîk pêk hatibe. Di fikir û mejiyê xwe de sîstemeke demokratîk ava kiriye û vê yekê ji bo tevahiya cografyayên ku Kurd lê ne pêşniyar dike. Ji bo Tirkiyeyê jî, ji bo Sûriyeyê jî, ji bo Iraqê jî.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan gelekî zelal û aşkera ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Perspektîfa Ocalan a di vir de gelekî zelal û vekirî ye. Ji bo Tirkiyeyê jî ji bo Sûriyeyê jî ji bo Iraqê jî di nava lêgerîna sîstemeke demokratîk de ye. Di fikrê xwe de xwedî armanceke veguherîna demokratîk e û bi rengekî aşkera vê ji bo hemû cografyayên Kurdan pêşniyar dike. Di vê çarçoveyê de dema bê nirxandin, mijara çekan ku raya giştî ya Tirkiyeyê gelekî dide pêş, hingî dibe detayek. Yanî em nîqaşê li dûrî cewhera meseleyê dikin. Ya rast birêz Ocalan careke din bang li me kir ku li ‘cewhera meseleyê’ vekin. Cewhera meseleyê ew e ku li wir wê sîstemeke çawa ava bibe. Got, ‘Şara dibêje ku guherî ye. Heke ev guherîn demokratîk be hingî ser seran ser çavan, pirsgirêk nîne. Lê heke ev veguherîn demokratîk nebe, wê ber bi dîktatoriyê ve biçe. Şensê kesî wê tine be ku di bin wê dîktatoriyê de bijî’.”

BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku Adullah Ocalan di hevdîtinê de qala navên Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlum Ebdî û Hevseroka Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xwese a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed kiriye û gotiye, “Li min guhdarî dikin, girîngiyê didin min.”

Gulistanê diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kiriye ku divê derfetên wî yên têkilîdanîna bi rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bêne zêdekirin.

NOTÊN HATINE PARVEKIRIN

Gulistan Kiliç Koçyigit anî ziman ku di kurtberiya notên Îmraliyê yên hatin aşkerakirin de nirxandinên berfireh ên Rêber Abdullah Ocalan yên li ser Sûriyeyê nîne û got: “Nirxandinên ji bo Sûriyeyê kir gelekî berfireh bûn. Anî ziman ku ne li dijî dewleta unîter e; lê diyar kir ku divê Sûriye demokratîk bibe; demokrasiya xwecih nebe nabe, şara gotiye ew guherî ye; lê belê heke ev guherîn demokratîk nebe, Şara wê veguhere dîktatoriyê, wê sûriyeyiyan ji nû ve biêşîne.

Di metna bi kurtasî hatiye ragihandin de tu ji van xalan nîn e. Nirxandineke gelekî ji rêzê heye, gotinên giştî hatine parvekirin. Halbûkî ev yek, ji wan xalên sereke ne ku raya giştî meraq dike. Mînak, got; heke şert û merc bêne afirandin wê karibe tevkariyê li çareseriya meseleya Sûriyeyê bike. Ew jî di metna hatiye weşandin de nîne. Di vir de pirsgirêkeke cidî ya rêbaz û rêvebirinê heye. Ji bo gelek nîqaşên li nava raya giştî, divê şefafbûnek hebe. Ji aliyê me ve tu rewşeke asteng li pêşiya parvekirina notên wê hevdîtinê bi raya giştî û komîsyonê re nîn e.”