Rêber Abdullah Ocalan ji Konferansa Meclisa Îştarê re peyam şand

Rêber Abdullah Ocalan ji bo  Konferansa 14’emîn a Meclisa Îştar a Mexmûrê peyam şand û got: “Ez bi hêvî me ku bi konferansa Meclîsa Jinan a Mexmûrê, wê tekoşîna jinan a azadî û wekheviyê bilind bikin.”

Rêber Abdullah Ocalan ji Konferansa Meclisa Îştarê re peyam şand
5 kanûn, 2025   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêber Abdullah Ocalan peyamek ji Konferansa 14’emîn a Meclisa Îştar ya Wargeha Penaberan a Mexmûrê re şand û konferansê silav kir.

Peyama Rêber Abdullah Ocalan wiha ye:

“Ez bi hêvî me ku konferansa Meclisa Jinan ya Mexmurê ku dê pêkbînin, wê têkoşîna jinan ya azadî û wekheviyê bilind bikin, erk û berpirsyariyên xwe yên di avakirina Aştî û Civaka Demokrasiyê de bi cih bînin.

Demek nû dest pê dike. Pergaleke demokratîk û komînal wê di pêşengiya jinan de pêşbikeve.  Pêvajoya Demokratîk Komînalîst şêweyê civaka jin-dayîkê yê nûjenbuyî ye. Xwe gihandina rastiya civakî jî encex bi vê rêbazê dikare pêkan be. Heya ku desthilatdariya zilam neyê derbaskirin, di qadên felsefe, zanist, etîk, estetîk û ol de heqîqeta civakî dernakeve holê. Heya çanda zilamê desthilatdar ya di kurahiya civaka dema nû de veşartî neyê hilweşandin, weke Marksîzmê jî dayî îspatkirin serxistina Soyalîzmê jî ne gengaze. Xwe gihandina sosyalîzmê di azadiya jinê re derbas dibe. Bêyî azadiya jinê sosyalîstbuyîn nabe. Sosyalîzm nabe. Di vê wateyê de bingehê xebatên siyasî, aborî, çandî yê meclîsa me ya jinên Mexmurê pêwîste li ser vê yekê pêk bê.

Gelê me yê Mexmurê ku bi zorê ji cih û warên wan hatîn kirin, ruxmê hemu zoriyan, çewisandin û zilmê dest ji nasnama xwe, çanda xwe bernedayîn, di nava çolê de avakirina jiyanek were jiyankirin biserxistin ku bune parçeyek ji têkoşîna azadiyê cihê wan yê di têkoşîna me de bê nîqaşe.

Naskirina gelê Kurd ya di nava huquqê de, vebuna qenalên siyaseta demokratîk, xistina bin ewlehiyê ya maf û azadiyê ji aliyê çareseriya mayînde ve giringe. Vegera gelê Mexmurê jî di van mercan de wê bi wate be. Ji bo vegera li welat pêk were, pêwîste zemînê siyasî, huquqî û civakî were avakirin, ne kesî û malbatî, vegera kolektîf di çarçoveya siyasî û huquqî de girtina dest mecburiye. Gelê Mexmurê ku mexdurê şer û pevçunane di heman demê de Kirdeya Aştî û Civaka Demokrasiyê ne jî. Ez bi bawer im ku pêvajoya Civaka Aştî û Demokrasiyê bi serkeftî encambuyîn wê rêya vegera wan ya li ser xaka wan jî veke, di vê çarçoveyê de gelê me û konferansa we silav dikim.

Bi Silav û Heskirinên min yên bê dawî.

Abdullah Ocalan"