‘Divê ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk komîteyek bê avakirin’

Şêniyên ji bajarê Sirînê xwest komîteyek ji bo lêkolînkirina rastî û belgekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê were avakirin û hesab ji dewleta Tirk were pirsîn.

‘Divê ji bo belgekirina sûcên dewleta Tirk komîteyek bê avakirin’
30 ÇILE, 2025   13:02
KOBANÊ

Dewleta Tirk a dagirker roja sêşemê (28 Çile) li sûka gel a li bajarê Sirînê yê kantona Firatê komkujiyek kir. Di encamê de 12 sivîl şehîd bûn û 13 sivîl birîndar bûn.

Şêniyên bajarê Sirînê ji bo şermezarkirina êriş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker Qada Şehîdan hatin gel hev û daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku armanca dewleta Tirk ji êriş û komkujiyan, îradeya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişikîne, projeya demokratîk a li herêmê têk bibe, planên xwe yên dagirkirinê pêk bîne û DAIŞ careke din vegere herêmê.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku êriş û komkujî li dijî peyman û qanûnên navneteweyî û wiha hat domandin: "Em pêkhateyên bajarê Sirînê komkujiyên dagirkeran şermezar dikin, sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û ji birîndaran re şîfaya lezgîn hêvî dikin."

Di daxuyaniyê de bêdengiya civata navneteweyî, saziyên Neteweyên Yekbûyî, saziyên hiqûqî û mirovî û ragihandin hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û ji bo rawestandina komkujiyên dewleta Tirk bikevin nava tevgerê.

Di daxuyaniyê de banga avakirina komîteyeke ji bo lêkolînkirina komkujiyan û hesabpirsîna ji dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hate kirin û ev peyam hate dayîn: "Ev êriş û teror îradeya gelê berxwedêr naşikîne, lê belê biryardariya mezinkirina me ya mezinkirina têkoşîn û berxwedan û hevgirtinê zêdetir dike, heya ku armancên şoreşê bigihînin serî û dawî li dagirkerî û terorê pêk bîne.”

(bb)

ANHA