Meclisa Parastina Zarokan banga darizandina dewleta Tirk kir

Meclisa Parastina Zarokan destnîşan kir ku di heyama zêdetirî 2 mehan de li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û herêmên dagirkirî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrişan gelek zarok qetil kirine û hate gotin “Dewleta Tirk peymanan binpê dike, divê bê darizandin.”

Meclisa Parastina Zarokan banga darizandina dewleta Tirk kir
Meclisa Parastina Zarokan banga darizandina dewleta Tirk kir
Meclisa Parastina Zarokan banga darizandina dewleta Tirk kir
Meclisa Parastina Zarokan banga darizandina dewleta Tirk kir
Meclisa Parastina Zarokan banga darizandina dewleta Tirk kir
Meclisa Parastina Zarokan banga darizandina dewleta Tirk kir
30 ÇILE, 2025   13:00
QAMIŞLO

Meclisa Parastina Zarokan, têkildarî qetilkirina zarokan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û deverên dagirkirî, li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişlo daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi kurdî û erebî ji aliyê mamoste Aliya Hesen û endama Nivîsgeha Jinan a Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê Seher Mehemûd ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê” bi her cure çekan êrişî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ewlehiya welatiyan dixe metirsiyê û wiha hat gotin: “Artêşa Nîştimanî ya Sûriyeyê bi awayekî aşkera û sîstematîk, zarok û sivîlan armanc digire. Li dijî hemû peymanên navneteweyî tev digere, bi balafirên şer û moşekan li dijî zarok û sivîlan êrişan pêk tîne.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin: “Ji 2`yê Kanûnê (2024) heta 28`ê Çileyê, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî 76 sivîlan jiyana xwe ji dest da. 17 zarok, 13 jin û 84 sivîl birîndar bûne, ji wan 11 zarok û 9 jin in. Ji 26`ê Çileyê heta 28`ê Çileyê 17 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da, 23 kesên din jî birîndar bûn. Li gundê El Cemas ê Eyn Îsa 2 zarokan jiyana xwe ji dest da û dayika wan jî bi giranî birîndar bû. Li gundê Um Harmel ê Zirganê jî 3 sivîlan jiyana xwe ji dest da, di nava wan de zarokek hebû, 9 kes jî birîndar bûn ku ji wan 4 jin in. Li bajarê Sirînê 12 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest da ku ji wan 5 zarok bûn û 4 zarok û 13 kesên din jî birîndar bûn.”

Hat destnîşan kirin ku ew wek Meclisa Parastina Zarokan bi tundî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê şermezar dikin û wiha hat gotin: “Komên sivîl, zarok, tîmên bijîşkî, ambulans û rojnamevan bi zanebûn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyan ve tên hedefgirtin. Bi van gavan hemû rêgez û peymanên navneteweyî binpê dikin.”

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hat kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin, ev bêdengî rê li ber dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê vedike ku êrişên xwe li dijî welatiyan bidomîne û wiha hat gotin: “Divê dewleta Tirk li hemberî sivîlan komkujiyan pêk tîne, bi taybet zarokan, li gorî sûcê xwe jî divê li dadgehên navneteweyî bên darizandin.”

(sb)

ANHA