‘Divê her kes li hember metirsiya darvekirina Werîşe Muradî helwestê nîşan bide’

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê’ ragihand ku dosyaya Werîşe Muradî li Dadgeha Bilind a Îranê ye û metirsiya darvekirina wê heye. Bang li azadîxwaz û malbatên girtiyan hat kirin ku li dijî cezayên darvekirinê nerazîbûnê nîşan bidin.

‘Divê her kes li hember metirsiya darvekirina Werîşe Muradî helwestê nîşan bide’
1 nîsan, 2025   13:20
NAVENDA NÛÇEYAN

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê’ di pêngava xwe ya 62’yemîn de ku ji girtiyên 38 girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê pêk tê, der barê cezayên darvekirinê de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin rejîma Îranê di dema Newrozê û meha Remezanê de jî dayîna cezayên darvekirinên nemirovane berdewam kir. Di dewamê de hat gotin ku gelek girtî bi mebesta bêdengkirinê cezayên darvekirinê li wan hatine birîn.

Di dewama daxuyaniyê de hat gotin: “Piştî bi dawî hatina betlaneyan metirsiya darvekirinê li ser welatiyên ku cezayê darvekirinê li serin, bi taybetî jî Werîşe Muradî ku dosya wê li Dadgeha Bilind a Îranê ye heye. Em daxwaza demildest betalkirina cezayê darvekirinê yê Werîşe Muradî dikin ku ev kuştineke bi zanebûn a dewletê ye.”

Di heman daxuyaniyê de bang li tevayî azadîxwaz û kesûkarên girtiyan hatiye kirin ku li ber girtîgehan û li her cihî li dijî cezayên darvekirinê xwepêşandan bikin û daxwaza betalkirina cezayên darvekirinê bikin.

Kampanyaya ‘Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê’ di 9’ê Çileya 2023’yan de dijî darvekirinên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatiye avakirin.