Dîmenên teqandina mezarekî Elewiyan

Di dîmenekî de teqandina mezarekî olî yê Elewiyan a li gundewarên Hemayê belav bû.

Dîmenên teqandina mezarekî Elewiyan
2 kanûn, 2025   14:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Di dîmenekê de ku li ser medyaya dîjîtal hatiye parvekirin, komeke çekdaran li gundê Seyada yê Selemiyê yê li rojhilatê Hemayê, mezarekî olî yê Elewiyan diteqîne.

Li gorî SOHR’ê, koma çekdar mezarê Şêx Ferec Ebû Heye yê Elewiyan teqandiye.

(bb)