Dîmenên ji cihê teqîna li Qada El Turşan a Siwêdayê

Nûçegihanê me li cihê teqîna ku îro li Qada El Turşan a Siwêdayê qewimî wêne û dîmen kişandin.

Dîmenên ji cihê teqîna li Qada El Turşan a Siwêdayê
31 kanûn, 2025   13:28
SIWÊDA

Nûçegihanê me li cihê teqîna ku îro li Qada El Turşan a Siwêdayê qewimî û di encamê de kesek mir û yek jî birîndar bû, wêne û dîmen kişandin.

Fermandariya Hêzên Parêzvanên Niştimanî ragihand ku teqîn di demjimêr 11.00`an pêk hat. Li gorî fermandariyê bombeya ku di destê kesekî de bû bi şaşî teqiya û di encamê wî kesî jiyana xwe ji dest da û jinek jî birîndar bû.

(k)