Dîmenê hovîtiya leşkerên dewleta Tirk

Li herêma Efrînê ya di bin dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker de, Leşkerên artêşa Tirk 2 ciwanên tazî kirin, êşkence li wan kirin û pere ji wan xwestin.

Dîmenê hovîtiya leşkerên dewleta Tirk
31 adar, 2024   12:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Dîmenek li ser medya dijîtal hatiye parvekirin pêkanînên leşker û çeteyên dewleta Tirk a dagirker careke din raxistin ber çavan.

Di wê dîmena ku hat gotin li gundê Dêr Sewanê yê navçeya Şera ya Efrînê hatiye kişandin de, 2 ciwanên ji navtengê û jor de hatine tazîkirin û li erdê hatine dirêjkirin hene. Li ser serê wan jî kesekîbi cilên sivîl û bi zimanê Tirkî di axive xuya dike.

Ev kesê ku hat gotin leşkerê artêşa Tirk a dagirker e êşkence li ciwanan dike û dibêje; “Hûn nadin na, hûn nadin na? Heta saetekê, heta saetekê hûnê bidin”. 

Ciwanên di bin êşkenceyê de jî dibêjin ku ew tenê bi Erebî di zanin û dê bi xizmên xwe re bi axivin.

Derbarê aqubeta herdu ciwanan de agahî nehatin bidestxistin.

(şx)