Zarokek di ava Xabûrê de xeniqî, yek jî hat rizgarkirin

Di ava çemê Xabûrê ya Hesekê de zarokek xeniqî û yê din jî hat rizgarkirin.

Zarokek di ava Xabûrê de xeniqî, yek jî hat rizgarkirin
8 gulan, 2026   20:16
HESEKÊ

Îro, 2 zarokên di ava çemê Xabûrê yê Hesekê de avjenî dikir noq bûn, lê şêniyan yek rizgar kir û yê din jî jiyana xwe ji dest da.

Navê zarokê hatiye rizgarkirin nehat zanîn, lê yê xeniqî ye Mecid Besam El Feyad e.

Hat diyarkirin ku temenê her du zarokan di navbera 14-15 saliyê de ye.

(fr)