Di topbarana li ser Kîevê de 25 kes birîndar bûn

Desthilata Ukraynayê ragihand ku di êrişa bi moşekan a Rûsyayê ya li dijî Kîevê de 25 kes birîndar bûne.

Di topbarana li ser Kîevê de 25 kes birîndar bûn
13 kanûn 2023   11:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî desthilata Ukraynayê, vê sibê Rûsyayê bi moeşkan êrişî Kîevê kir û di encamê de 25 kes birîndar bûn.

Şaredarê paytextê Vîtalî Klîtşko li ser medyaya dijîtal got: "Li gorî kadroyên tenduristiyê li herêma Denîbrovskî ya paytextê 13 birîndar rakirine nexweşxaneyan û 12 jî li cihê êrişê têne dermankirin.”

Klîtşko diyar kir ku Rûsyayê duh êvarê bi moşekan êrişî herêma Denîbrovskî kiriye û di encamê de zirar li avahiyan û nexweşxaneyeke zarokan bûne.

Nûçegihanê AFP`yê jî ragihand ku li Kîevê dengê teqînên mezin hatiye bihîstin.

Di hefteykê de ev êrişa duyemîn a li ser Kîevê ye.

(şx)