Di topbarana li ser kantona Efrîn û Şehbayê de jinek birîndar bû

Artêşa Tirk a dagirker gundekî kantona Şehba û Efrînê topbaran kir û di encamê de jinek birîndar bû.

Di topbarana li ser kantona Efrîn û Şehbayê de jinek birîndar bû
1 adar, 2024   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrîn û Şehbayê topbaran kir. Di encamê de jina bi navê Emîne Hikmet Mihemed (19) birîndar bû û li nexweşxaneya navçeya Fafînê tê dermankirin.

Tê destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker duh eniya Şêrawayê topbaran kiribû û di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hatibû kuştin û yek din birîndar bûbû.

(şx)