Di Tîrmehê de li Başûr 9 jin hatin qetilkirin
Di meha Tîrmehê de li Başûrê Kurdistanê 9 jin an hatin qetilkirin an jî bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da.
![Di Tîrmehê de li Başûr 9 jin hatin qetilkirin](https://hawarnews.com/kr/uploads/images/202408/image_870x_66b1df85bfdeb.jpg)
Li Başûrê Kurdistanê qetilkirin, kuştin û bi awayekî biguman mirina jinan bûne bûyerên rojane. Tevî zagona pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan heye jî kujer nayên girtin û gelek caran tên parastin. Bûyerên qetilkirinê û bi awayekî biguman mirina jinan di van demên dawîn de zêde dibe.
Li gorî ajansa NûJINHA yê bûyerên qetilkirina jinan di meha Tîrmehê de wiha ne:
HEWLÊR
Di 4’ê Tîrmehê de cenazeyê jineke bi navê ‘Qedem Xêr Ezîz’ li mala xwe ya li taxa Mentkawe ya Hewlêrê hate dîtin û piştî 6 rojan kujer hat girtin.
Di 10’ê Tîrmehê de li Hewlêrê jineke bi navê Viyan Caf ji qata pêncem a Bank City ya Hewlêrê bi awayekî biguman ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.
KELAR
Şeva 15’ê Tîrmehê, jineke ciwan a 16 salî ya bi navê H.Î.M ku şêniya Taxa Şehîdan a Kelarê bû, xwendekara dibistana amedeyî bû, ji ber rêjeya zêde ya şewatê piştî mudaxeleya destpêkê li beşa lezgîn a Nexweşxaneya Şehîd Hejar a Kelarê, sewqî bajarê Silêmanî hat kirin. Lê belê ji ber rêjeya zêde ya şewatê jiyana xwe ji dest da. Li gorî çavkaniyan malbatê gotiye wê xwe şewitandiye.
RAPERÎN
Di 20’ê Tîrmehê de jineke ciwan a 23 salî li Ranyayê bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyên rêveberiya polîsên Raperînê, navê wê L.H.E ye di sala 2001’ê de ji dayik bûye û dan zanîn ku li gorî gotinên xizmên wê, întihar kiriye.
HELEBCE
Di 20’ê Tîrmehê de li taxa Femanberan a parêzgeha Helebceyê jineke 31 salî bi navê Ç.S.K bi awayekî biguman şewitî û ji ber rêjeya zêde ya şewatêr wê rakirin nexweşxaneya Emergency ya Silêmanî û piştre jiyana xwe ji dest da.
Di 22’yê Tîrmehê de li bajarokê Kesnezan ku dikeve ser riya sereke ya Koye-Hewlêrê, jinek ji qata nehemîn a avahiyê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan jin bi eslê xwe Ereb e.
Hewlêr
Di 22’ê Tîrmehê de li bajarokê Kesnezan ku dikeve ser riya sereke ya Koye-Hewlêrê, jinek ji qata nehemîn a avahiyê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. Li gorî agahiyan jin bi eslê xwe Ereb e.
Kelar
Êvara 23’ê tîrmehê rêveberiya nexweşxaneya başa lezgîn ya Şehîd Hejar li Kelar, ragihand, piştî jinek ji ber xeniqinî jiyana xwe ji dest daye gihandin nexweşxane û navê jinê ‘J.M.M’ temenê wê 23 salî bû û hate gotin ku xwekuştiye.Hewlêr
Di 22’ê tîrmehê de li yek ji nîştecihbûnên li bajarokê Kesnezan ku dikeve ser riya serke ya Koye-Hewlêr û jinek û zarokek ji qata nehyemîn ya avahiyê kete xwarê û jiyana xwe ji dest da. Li gora agahiyan jin Erebe.
Dihok
Şeva 23’ê tîrmehê de, li gora agahiyên berdevkê polîsên Dihok, ji ber pirsgirêka civakî li sînorê parêzgeha Dihok jinek bi navê ‘C.C.M’ li bajarokê Sêmêlê hate kuştin. Piştî bûyerê hêzên polîsên Misêrikê û Sêmêlê giha cihê bûyerê û bikuj girtin.
Akrê
Di 31’ê tîrmehê de polîsên Akrê bi daxuyaniyekê eşkere kirin ku li navenda qezaya Akrê ya ser bi parêzgeha Dihokê ve, ji ber pirgirêkek ya civakî birayekê xwîşka xwe xeniqandiye. Piştî bûyerê bira hate girtin. Navê jinê ‘P.T.E’ ye temenê wê 38 salî bû. Her wiha navê bikuj ‘C.T.E’ ye temenê wî 35 salî ye.