Rojnameyên erebî: Hewldanên Moskovê yên normalîzekirinê û vebijêrkên Îranê yên bersivdayînê

Rojnameyên erebî ku di hejmarên xwe yên vê îro de cih da serdana rayedarên Rûsyayê ya li Enqereyê, diyar kir ku Moskov bi israr e ku deriyên girtî yên di navbera Şam û Enqereyê de veke. Her wiha destnîşan kirin ku Tehran û hevkara wê Hizbullah neçar in bersiva kuştina Heniye bidin da ku gotinên xwe bi cih bînin.

Rojnameyên erebî: Hewldanên Moskovê yên normalîzekirinê û vebijêrkên Îranê yên bersivdayînê
6 tebax, 2024   10:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Hewldanên normalîzekirina têkiliyên Şam û Enqere, şerê Îsraîl û Hizbullahê, her wiha diyalogên ji bo agirbesta Hemas û Îsraîlê manşetên îro yên rojnameyên erebî ne.

Rojnameya El Exbar a Lubnanê cih da serdana şandeya Rûsyayê ya bi serokatiya nûnerê taybet ê Rûsyayê yê Sûriyeyê Alexander Lavrentiev a li paytexta Tirkiyeyê û hevdîtinên wê li gel nûnerên saziyên pêwendîdarî kar û barên Sûriyeyê. Rojnameyê diyar kir ku ev serdan careke din piştrast dike ku Moskov "israr dike ku deriyên girtî yên di navbera Şam û Enqereyê de veke".

Rojnameya El Weten a ser bi hikumeta Şamê ve ku agahiyên xwe ji çavkaniyên ragihandinê wergirtine, diyar kir ku Lavrentiev "dosyaya ji nû ve destpêkirina xebatên komîteya destûrî ya ku hatiye rawestandin" bi şandeya Tirk re nîqaş kir. Her wiha hat bibîrxistin ku Şam û Moskovê domandina lidarxistina civînên komîteya navborî li Cinêvê red kiribû.

‘ÊRIŞA KU ÎSAÎL JI ÎRAN Û HIZBULAH ÇAVERÊ DIKE ÇAWA YE?’

Rojnameya El Ereb ku navenda wê li Londonê ye, der barê şerê Îsraîl û Hizbullah de diyar kir ku Tehran û hevkara wê Hizbullah neçar in bersiva kuştina serokê polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye bidin da ku gotinên xwe bi cih bînin. Hate gotin, asta hêza bersivdayînê dê şêwazên rageşiya li herêmê diyar bike.

Her wiha hate diyarkirin ku li gorî texmînên Îsraîlê dê Îran û Hizbullah ku dixwaze tola kuştina fermandarê xwe Fûad Şikur hilîne, binesaziya leşkerî ya li bakur û navîna Îsraîlê bikin armanc.   Li gorî rojnameyê Îsraîl bi fikar e ku êriş ji gelek aliyan ve (Îran, Lubnan, Yemen, Iraq û Sûriyeyê) ve bêne kirin.

‘AGIRBESTA LI XEZAYÊ: ZEXTÊN NAVNTEWEYÎ Û PIŞTGIRIYA HEWLDANÊN NAVBEYNKARAN ZÊDE DIBIN’

Rojnameya Şerq El Ewsat behsa hewldanên navbeynkaran ên pêkanîna agirbestê li Xezayê kir.

Rojnameyê diyar kir ku piştî kuştina Îsmaîl Heniye diyalog û hewldanên agirbestê asteng bûbûn. Hate gotin, zextên navneteweyî dê hewldanên navbeynkaran ên bi armanca agirbestê bi hêz bikin. Di dewama nûçeyê de hate destnîşankirin ku bêyî zimanekî tund ê ji aliyê hevkara wê DYA û civaka navneteweyî ve, Îsraîlê dê peymana agirbestê îmze neke.

Rojnameyê cih da nirxandinên akademîsyenên jî û pêkanîna zextan wek "çareseriya herî guncaw ji bo derbaskirina astengiyên ku Nentanyahu li pêşiya diyalogan derdixe" destnîşan kir.

(bb)