Li gundewarên Hema û Laziqiyê şer

Hêzên Şamê bi balafirên kamîkaze gundewarên Hemayê bombebaran kirin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker jî nuqteyên hêzên Şamê yên li gundewarên Laziqiyê topbaran kirin.

 Li gundewarên Hema û Laziqiyê şer
6 tebax 2024   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên hikumeta Şamê bi balafirên kamîkaze deverên li herêma Sehil El Xab ên gundewarên li rojavayê Hemayê bombebaran kirin. Li gorî SOHR’ç li gundên Qilêdîn, Zeqûm û Deqmaqê wesayît bûne hedef û di encama bombebaranê de gelek kes birîndar bûne.

SOHR’ê diyar kir ku çeteyên Fetih El Mubîn ên girêdayî artêşa Tirk a dagirker bi hewanan nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li eniyên Nehşeba û Seraf ên gundewarên bakurê Laziqiyê topbaran kirin.

(bb)