Li Viyanayê bi hezaran kes Roja Karkeran a Cîhanê pîroz kir

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê bi hezaran kes di çarçoveya 1ˊê Gulanê Roja Karkeran a Cîhan derketin kolanan.

Li Viyanayê bi hezaran kes Roja Karkeran a Cîhanê pîroz kir
1 gulan, 2026   17:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Di meşa ku daxwazên mafên karkeran, wekhevî, azadî û hevgirtina navneteweyî derkertin pêş de gelek rêxistinên çepgir, demokratîk û sendîka di nav cih girtin.

Bi sedan Kurdistaniyên ku beşdarî meşê bûn li Karlsplatzê kom bûn.

Rêxistinên wekî DemKurd, KPO, MLKP û komên çepgir-demokratîk beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmeyên "Bijî Yekê Gulanê", "Bijî Serok Apo" û "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin.

Di korteja DemKurd de pankarta "Bijî 1ê Gulanê”, alên YPG, YPJ û PJAK û posterên Rêber Apo hatin hilgirtin.

Di meşê de dîmenên ku felsefeya "Jin, Jiyan, Azadî" temsîl dikir, bal kişand.

Komên ku hevgirtina xwe bi Filistîn û Kubayê re diyar dikirin jî bal kişandin û hemû koman bi yek dengî dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî" berz kirin.

Meş li Votivparkê bi dawî bû û li wir pîrozbahî berdewam kir. Li qadê stand hatin danîn, axaftin hatin kirin û pîrozbahî bi gerandina govendê berdewam kir.