Komeke nû ya xwendina parêznameyan hat avakirin

Akademiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan, li bajarê Qamişlo komeke nû ya xwendina parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan ava kir.

Komeke nû ya xwendina parêznameyan hat avakirin
Komeke nû ya xwendina parêznameyan hat avakirin
Komeke nû ya xwendina parêznameyan hat avakirin
Komeke nû ya xwendina parêznameyan hat avakirin
Komeke nû ya xwendina parêznameyan hat avakirin
Komeke nû ya xwendina parêznameyan hat avakirin
Komeke nû ya xwendina parêznameyan hat avakirin
17 mijdar, 2024   20:40
QAMIŞLO

Akamiya Zanistên Civakî ya Abdullah Ocalan bi armanca têgihîştin û pêşxistina pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê, xebatên birêxistinkirina komên xwendinê yên parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike.

Li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo komeke xwendinê ku ji endam û reveberên saziyên civaka sivîl, şaredarî, aborî, karker û cotkaran(12 kesan) pêk tê hat avakirin.

Koma xwendinê  piştî ku li hev civiya dest bi xwendina pirtûka Rêber Abdullah Ocalan a bi navê "Sosyolojiya Azadiyê" kir.

Piştî ku di pirtûkê de beşa "Destpêk" bi zimanê Erebî hat xwendin, ji aliyê beşdaran ve nîqaş bi zimanê Kurdî (zaravayê Kurmancî) hatin kirin.

Beşdaran di nîqaşan de da zanîn ku ji dîrokê heya roja îro ve kesên ku ji bo hebûn û azadiya xwe têkoşîn meşandiye, bûn hedefên hêzên dagirker û bi rengekî hatin tunekirin. Beşdaran di berdewama nîqaşan de diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan li dijî qedera ku pergala heyî li ser civakan ferz kiriye derketineke dîrokî kiriye û ji bo gelên bindest rêya azadiyê destnîşan kiriye.

‘SOSYOLOJIYA AZADIYÊ RÊBAZA RAST A JIYANKIRINA JIYANÊ YE’

Beşdaran destnîşan kir ku zîhniyeta sîstema heyî, dihêle ku mirovahî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû bimîne, nexasim di merhaleya sîstema kapîtalîzmê de kes kesî qebûl nake, rêjeya kuştina mirovan di asta herî jor de ye, lewma wek alternatîf sosyolojiya azadiyê rêbaza rast a jiyankirina jiyanê ye.

Koma xwendinê wê her hefte roja yekşemê li hev bicive, wê xwendin û nîqaşkirina parêznameyê berdewam bike.

(bm/fr)

ANHA