Di teqîna mayînekê de 3 zarokên Efrînî birîndar bûn

Li Şehbayê di encama teqîna mayîneke çeteyên DAIŞˊê de 3 zarokên Efrînî birîndar bûn.

Di teqîna mayînekê de 3 zarokên Efrînî birîndar bûn
1 îlon, 2024   16:03
ŞEHBA

Li gorî agahiyên nûçegihana me ji herêmê dane, li gundê Til Qerah ê bajarokê Ehrezê yê Şehbayê di encama teqîna mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞˊê de 3 zarokên Efrînî birîndar bûn. Navên wan wiha ne: Serdar Mehmûd (8), Ela Elo (11) û Selah Elo (9).

Zarokên birîndar rakirin Nexweşxaneya Avrînê. Li gorî kadroyên tibî, birînên wan sivik bûn û piştî dermankirinê yekser hatin derxistin.

(fr)