Li Zanîngeha Şerq 2 beşên nû hatin vekirin

Di bin sîwaneya Zanîngeha Şerq a li Reqayê de, Peymangeha Zimanê Kurdî û Peymangeha Endezyariya Ceyranê û Mekanîk hat vekirin.

Li Zanîngeha Şerq 2 beşên nû hatin vekirin
Li Zanîngeha Şerq 2 beşên nû hatin vekirin
Li Zanîngeha Şerq 2 beşên nû hatin vekirin
Li Zanîngeha Şerq 2 beşên nû hatin vekirin
Li Zanîngeha Şerq 2 beşên nû hatin vekirin
Li Zanîngeha Şerq 2 beşên nû hatin vekirin
1 îlon, 2024   16:08
REQA

Li Zanîngeha Şerq ku 27`ê Mijdara 2021`an li Reqayê hatiye vekirin û 10 beşên wê (Peymangel û fakulte) hene , 2 beşên din hatin zêdekirin.

Li gorî rêveberiya zanîngehê, ji bo sala nû ya xwendinê Peymangeha Zimanê Kurdî û Peymangeha Enedezeya Ceyran û Mekanîk hatiye vekirin. Dema xwenina li van peymangehan 2 salin.

Berdevkê Komîteya Serlêdanên Zanîngehê û mamosteyê fakulteya aboriyê Kelah El Kelah diyar kir ku li gorî pêwîstiyên herêmê her du peymangeh hatin vekirin û tevahî pêkhateyên herêmê dikarin serlêdanê bikin.

El Kelah aşkera kir ku xwendekarên amadehî yên ku dibistanên Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê qedandine dikarin qeydên xwe li herdu peymangehan çêbikin.

(şx)

ANHA