Di rojnameyên erebî de serdana Sûdanî bo Enqereyê û ya Trump bo Siûdiyê

Serdana Sudanî ya Enqereyê ji ber xemsariya wî ya li ser mijarên ewlehî û avê bû sedema gengeşeyan. Serdana Trump a bo Riyadê jî rola Erebistana Siûdî wek hêzeke herêmî ya bibandor nîşan dide.

Di rojnameyên erebî de serdana Sûdanî bo Enqereyê û ya Trump bo Siûdiyê
12 gulan, 2025   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa Sudanî ya Enqereyê, her wiha dema serdana Serokê DYA’yê Donald Trump a Riyadê kete rojeva rojnameyên erebî.

DI SERDANA SUDANÎ YA ENQEREYÊ DOSYAYÊN KU NEHATINE BEHSKIRIN: EWLEHÎ Û AV

Rojnameya El Nahar a Lubnanê behsa seredana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiyaa Sudanî ya Enqerê kir. Rojnameyê bal kişand ser nebûna mijarên girîng di nav lihevhatinên her du aliyan de û wiha nivîsî: "Di dema ku Bexda xwe ji bo pêşwazîkirina Lûtkeya Erebî amade dike ku dê 17’ê Gulanê pêk were, Sudanî serdana Tirkiyê kir. Hate gotin ji çareserkirina mijaran girîng e. Lê belê, di belgeyên lihevkirinê yên ku hatine weşandin, du mijarên herî girîng ên di navbera her du welatan de an ku ewlehî û av nehatin gotûbêjkirin."

Rojnameyê îşaret bi vê yekê kir ku Parlamenterê Komîteya Av û Çandiniyê ya Meclîsê Sair El Cibûrî nerazîbûna xwe li hember xemsariya der barê pirsgirêka avê nîşan da û got: "Me hêvî dikir ku pirsgirêka avê ji bo Sudanî bibe mijareke sereke, ji ber ku ew av bandorek mezin e li ser piraniya sektorên aborî û xizmetguzariyê dike. "

Parlamenter El Bendawî ji El Neharê re ragihand ku, ji bilî Tirkiye sînorên Iraqê ligel hemû welatên cîran ewle ne. El Bendawî Enqere bi pêkanîna "siyasetên êrişkar li hember Bexdayê" tawanbar kir û bal kişand ser qutkirina avê, bombekirina gundên li bakurê Iraqê û pêkanîna operasyonên serbazî.

Di dewama nivîsê de hate gotin "El Bendawî matmayîna xwe der barê berdewamiya hebûna hêzên Tirkiyê li bakurê Iraqê anîn ziman, ji ber Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) xwe fesix kiriye. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên asêmayî jî banga destwerdanê lê hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kir."

TRUMP Û DEMÊN SERDANA RIYADÊ

Rojnameya El Şerq El Ewset jî cih da serdana serokê DYA’yê Donald Trump bo Riyadê. Rojnameyê, serdana Trump wekî berdewamiya kevneşopiyên berê nirxand û diyar kir ku wî Erebistana Siûdî wek destpêkek nû ji bo têkiliyên xwe yên navneteweyî hilbijart.

Rojnameyê her wiha bal kişand ser kûrahiya peywendiyên Washington û Riyadê û ev nirxandin kir "Tevî kêşeyan jî li ser bingeha berjewendiya hevbeş û şirîkatiya stratejîk berdewam bûne, bêyî ku ev têkilî rê li Erebistana Siûdî bigire ku peywendiyên bihêz ligel hêzên cîhanî yên wekî Rûsiya, Çîn û Hindistanê bi hêz bike."

Rojnameyê her wiha ev serdana wekî derfetekê ji bo çareserkirina pirsgirêkên aloz ên herêmê, mîna pirsa Filistînê, siberoja Sûriyeyê, kirîza Lubnanê û pirsa atomî ya Îranê" şîrove kir.

(k)