Di rojnameyên erebî de kongreya navneteweyî  ya der barê Sûriyeyê de û rewşa Xezayê

Rojnameyên erebî diyar kir ku armanca kongreya navneteweyî ya der barê Sûriyeyê de ku dê îro li Parîsê were lidarxistin; avakirina çempereke tendurist ji bo parastina pêvajoya derbasbûnê ji destwerdanên derve ye. Der barê rewşa Xezayê jî rojnameyan dane zanîn ku Hemasê Xeza îlhaqî projeya Îranê kiriye û tu eleqeya wê bi pirsgirêka Filistînê re nîn e.

Di rojnameyên erebî de kongreya navneteweyî  ya der barê Sûriyeyê de û rewşa Xezayê
13 sibat, 2025   10:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên vê sibehê de li ser kongreya neteweyî ya der barê Sûriyeyê de û pirsgirêka Xezayê nîvîsandin.

’LI PARÎSÊ KONGREYEKE NAVNETEWEYÎ DER BARÊ SÛRIYEYÊ DE TÊ LIDARXISTIN: ÇEMPEREKE TENDURIST JI BO PÊVAJOYA DERBASBÛNÊ’

Rojnameya El Quds El Erebî têkildarî kongreya navneteweyî ya der barê Sûriyeyê de ku dê îro were lidarxistin de nivîsî. Rojnameyê diyar kir ku kongrê dê bi beşdariya serokkomarê Fransayê  Emmanuel Macron û wezîrê karên derve yê destshilata Şamê Esed Hesen El Şeybanî were lidarxistin. Hate diyarkirin ku dê pêvajoya siyasî, mijarên ewlehî û aborî yên li Sûriyeyê werin nîqaşkirin.

Li gorî rojnameyê "Mijareke din a girîng heye ew jî rakirina cezayên li ser bankan û astengiyên li pêşiya veguhestina pereyan e. Çavkaniyekî dîplomasî yê ewropî diyar kir ku bêyî desteka diravî ya mezin ne mumkin e pêvajoya derbasbûnê li Sûriyeyê bi ser bikeve."

Di dewama nivîsê de hate gotin "Li gorî çavkaniyên dîplomasî, armanca kongreyê; avakirina çempereke tendust ji bo parastina pêvajoya derbasbûnê ya Sûriyeyê ji destwerdanên derve ye. Armanca din şandina peyaman ji hikumeta nû ya Sûriyeyê re ye."

’QAŞO XEZAYÊ XILAS DIKIN LÊ BER BI TEHLUKEYÊ VE DIBIN’

Rojnameya El Ereb jî der barê Xezayê de diyar kir ku "Filistînî êdî Xeza wekî beşek ji Filistînê nabînin. Hemasê ya ku li hemberî cîhana erebî sekinî xwe xist hembêza projeya berfirehbûnê ya Îranê ya bi armanca wêrankirina cîhana erebî û êdî cîhana erebî nikare Xeza biparêze."

Li gorî rojnameyê; Xeza di şerê xwe yê dawîn de bibû qada şerê Îsraîl û Îranê û tu girêdana wê bi pirsgirêka Filistînê re nîn e.

(bb)

ANHA