Di qesreke malbata Esed de kargeha hişbirê hate dîtin

Di qesreke malbata Esed de kargeheke çêkirina madeyên hişbir hate dîtin.

Di qesreke malbata Esed de kargeha hişbirê hate dîtin
11 kanûn, 2024   15:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dîmenên ku li ser medyaya dijîtal hatine parvekirin, kargeheke mezin a çêkirina hebên Captagon ên hişbir, di qesreke malbata Esed de hatiye dîtin.

Li gorî dîmenan, di kargehê de bi sedan hebên hişbir, bermîl û alavên din hene. Tê gotin ku kargeh a birayê Beşar Esed Mahir El Esed e.

(bb)