Di pevçûna Cerablusê de jinek hat kuştin

Li navenda bajarê Cerablusê yê Sûriyeyê ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kiriye, di navbera eşîra El Cêsat û eşîra El Dekarat de pevçûnên dijwar rû dan.

Di pevçûna Cerablusê de jinek hat kuştin
22 nîsan, 2024   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gel tevliheviya ewlehî ya li herêmên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirine, di navbera eşîra El Cêstan û eşîra El Dekarat de li nava bajarê Cerablusê yê dagirkirî pevçûnên dijwar rû dan.

Li gorî agahiyên çavkaniyên herêmê, rê bi dolaban hatin girtin û bi hemû cureyên çekan pevçûn derket, di encamê de 3 kes di nav her du aliyan de hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Her wiha çavkaniyan diyar kir ku çekên giran bi awayekî ketober di nava taxên welatiyan de hatin bikaranîn, di encamê de jinek hate kuştin û gelek sivîl jî birîndar bûn.

(fr)